Mezlûm Ebdî: Hevkariya Rêveberiya Xweser û gel piştrast dike ku em li ser rêya rast in

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku tecrubeya wan a heta niha piştrast dike ku ji bo avakirina pêşerojeke guncaw li ser rêya rast in.

Mezlûm Ebdî: Hevkariya Rêveberiya Xweser û gel piştrast dike ku em li ser rêya rast in
20 gulan, 2021   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarên giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, têkildarî nerazîbûna gel ji biryara 119’an û betalkirina biryarê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Hevkariya avaker a ku me di navbera Rêveberiya Xweser û gel de di çend rojên dawî de dît, piştrast dike ku em li ser rêya rast in ji bo avakirina pêşerojeke guncaw.”

Ebdî got: “Em tê digihêjin ku rêveberî hewl dide giraniyê bide hin xizmetên lezgîn ên mîna kehbre, av, perwerde û tenduristiyê. Lê pêwîst e di mijara dayîn û gotûbêjkirina biryaran de zelal be."

Fermandarê QSD`ê bang li gel kir û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku li derdora saziyên Rêveberiya Xweser kom bibin û piştgiriyê bidinê da ku bi erka xwe rabe. Her wiha em ji gelê xwe dixwazin ku ji şaneyên ku hewl didin bawerî û istîqrarê li herêmê têk bibin, hişyar be."

Rêveberiya Xweser duh li ser xwesteka gel, biryara 119’an a têkildarî bilindkirina buhayên sotemeniyê, betal kir.

(kc)

ANHA