Rûsya û dewleta Tirk dewriyeyeke hevbeş li gundewarên Dirbêsiyê digerînin

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û artêşa dewleta Tirk a dagirker, li gundewarên Dirbêsiyê, dewriyeyeke hevbeş pêk anîn.

Rûsya û dewleta Tirk dewriyeyeke hevbeş li gundewarên Dirbêsiyê digerînin
20 gulan, 2021   08:19
HESEKÊ

Dewriyeya hevbeş ji deriyê Şêrik ê sînorî ku 13 km li rojavayê navenda bajarê Dirbêsiyê, dest pê kir.

Tê payîn ku dewriyeya hevbeş dê li gundên rojava, başûr û rojhilat ên navçeya Dirbêsiyê, Şêrik, Dilîk, Selam Elêk, Quneytera, Qermena, Til Gidîş, Genamiyê, Kirbetlî, Til Têra, Til Kermê, Xaska û Xanka, bigere û di heman gundan re vegere.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-Bqi0ywXeuk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>