Li ‘herêmên bêçek’ topbaran didome

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk piştî nîvê şevê li gundewarên Idlib û Hemayê, baregehên hev topbaran kirin.

Li ‘herêmên bêçek’ topbaran didome
20 gulan, 2021   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê herêmên Filêfil, Kensefra, Bînin û aliyên Barê yên çiyayê Zawiyê li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran eniyên şer ên Sehil Xab a gundewarên Hemayê topbaran kirin.

Ji aliyekî din ve çeteyên "Odeya Opresyonên Fetih El-Mûbîn" duh baregehên hikumetê yên bajarê Kefernobil a başûrê Idlibê topbaran kirin.

(dm)