Malbatên şehîdan ji hêzên navneteweyî re: Dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne

Malbatên şehîd Zafer Tolhildan û şehîd Canfeda Hesekê ku bi çekên kîmyewî di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li herêmên Avaşîn û Mamreşo de hatin qetilkirin, bang li hêzên navneteweyî kir û ji bijîşk û heyetên serbixwe xwest ku cenazeyên gerîlayan lêkolîn bikin.

Malbatên şehîdan ji hêzên navneteweyî re: Dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne
20 gulan, 2021   06:46
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Êrişa dewleta Tirk a dagirker a 23'yê Nîsanê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li berxwedana dîrokî ya gerîla qelibî. Fermandarê Biryargeha NPG'ê Murat Karayilan di Stêrk TV de gotibû "Dewleta Tirk dema ku asteng dibe çekên kîmyewî bi kar tîne."

Karayilan her wiha gotibû "Hevalên me Serhat Giravî, Rûken Zagros (Seher Bîngol), Sarya Diyar (Bişeng Hezer), Canfeda Hesekê (Şehbaz Îzettîn Seydo), Xebat Aso (Ubeyt Mevludî), Zafer Tolhildan (Mehmet Abdulkadîr Huseyîn) û Kamûran Amed (Mûstafa Şîmşek) li Mamreşoyê berxwedaneke dîrokî nîşan da û şehîd bûn.”

Malbatên Canfeda Hesekê (Şehbaz Îzettîn Seydo) û Zafer Tolhildan (Mihemed Ebdulkadîr Hisên) ku li Mamreşo şehîd bûne, behsa têkoşîna gerîla ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî gerîla kir.

Abdulqudûs Huseyîn apê gerîlayê HPG'ê Zafer Tolhildan ku piştî berxwedana 10 rojan a li herêma Mamreşo ya Avaşînê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin, got: "Ez şehadeta Zafer Tolhildan li hemû gelê Kurd û rêber Apo pîroz dikim. Berxwedana li Zap, Avaşîn û Metînayê berxwedaneke dîrokî bû. Dewleta Tirk a dagirker beriya niha jî çend caran êriş birin ser van herêman. Dewleta Tirk di van hemû êrişan de li pêşberî berxwedana gerîla parçe bûye. Ji sala 1985’an û bi vir ve berxwedana gerîla didome. Ev berxwedan heta niha nehatiye şikandin û her ku diçe mezintir dibe."

‘7 GERÎLAYAN BI LEHENGÎ LI BER XWE DA’

Hisên diyar kir ku dewleta Tirk li dijî 7 gerîlayên li herêma Mamreşo çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîn û got: "Zafer Tolhildan di 23’yê Nîsanê de li dijî êrişa artêşa Tirk a dagirker bi 6 hevalên xwe re bi qehremanî li ber xwe da. Di nav 10 rojan de derbên giran li artêşa Tirk xistin. Piştî ku artêşa Tirk li wir windahiyên giran dan, hikumeta AKP'ê ya bi serkêşiya Erdogan ket nava çiravekê. Nekarîn berxwedana gerîla bi êrişên hewayî jî bişikînin. Di dawiyê de dema dewleta Tirk fêm kir ku li pêşberî berxwedanê nikare gavan biavêje, çekên kîmyewî bi kar anîn û 7 gerîla şehîd bûn. Wek malbata Zafer Tolhildan em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurd re dixwazin. Em soz didin ku em ê têkoşîna wî bidomînin."

BANGA LI SAZÎ Û DEZGEHÊN NAVNETEWEYÎ

Huseyîn diyar kir ku divê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, bê lêkolînkirin û got: “Em li vir bang li hêzên navneteweyî dikin. Delîl hene ku dewleta Tirk çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîne. Zarokên me dema axa xwe diparast bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Dewleta Tirk li ser axa me çekên kîmyewî li dijî me bi kar tîne. Divê hêz û dezgehên navneteweyî vê mijarê lêkolîn bikin. Divê li dijî dewleta Tirk ji ber ku sûcên şer kirine, ceza werin ferzkirin."

‘EM DIXWZIN BIZANIN KA ÇAWA HATINE QETILKIRIN’

Huseyîn wiha dewam kir: "Wek malbata şehîdan em dixwazin bizanin ka zarokên me çawa ji aliyê artêşa Tirk ve hatin qetilkirin. Em daxwaz dikin ku bijîşkên serbixwe biçin û lê binêrin ka çekên kîmyewî hatine bikaranîn an na. Banga me li hemû dewletan e. Saziyên mafên mirovan, rêxistinên tenduristiyê û daxwaz dikin ku cenazeyên zarokên me lêkolîn bikin. Heta niha tu şîroveyek ji rayedarên Tirk nehatiye dayîn. Em nizanin zarokên me li ku ne. Em tenê ji daxuyaniyan şehadeta wan hîn bûn. Dewleta Tirk hemû însiyatîfên hiqûqî asteng dike. Ji ber ku em li Rojava ne, heta niha tu serlêdan nekirine û ji me re nehatiye gotin."

‘DIVÊ YEKITYA NETEWEYÎ HEBE’

Huseyîn diyar kir ku pêwîstiya gelê Kurd bi lezgînî bi yekitiya neteweyî heye û wiha lê zêde kir: "Îro serdemeke dîrokî ye û divê gelê Kurd di vî warî de yekitiya xwe ya neteweyî ava bike. Hin hêz hê jî bi dewleta Tirk re tev digerin. Ev dewleta Tirk bi gazên kîmyewî zarokên Kurd qir dike. Eger tev li yekitiya neteweyî nebin, gelê Kurd û dîroka wan dê lanetê li wan bike. Wek malbatên şehîdan eger ji bo yekitiya neteweyî gavan neavêjin, em ê lanetê li wan bibarînin. Em ê kesên ku xiyanetê li zarokên me dikin, tu carî efû nakin."

‘DEMA KU XAKA XWE DIPARAST, ŞEHÎD BÛ’

Şehnaz Seydo dayika şehîd Canfeda Hesekê ku li Avaşînê di êrişa bi çekên kîmyewî de şehîd bû, wiha got:  "Zarokên me li dijî dagirkeriyê axa xwe diparêzin. Em bikaranîna çekên kîmyewî li ser wan qebûl nakin. Divê hêzên navneteweyî û hikumet lêkolînan bikin. Çawa dikarin zarokên me bi çekên kîmyewî qetil bikin? Dewleta Tirk îro vê dike, dê sibe li cihekî din jî heman tiştî bike. Ez ji bijîşkên li Ewropayê dipirsim. Zarokên me bi kîmyabaranê hatin qetilkirin. Bila biçin cenazeyên me lêkolîn bikin. Bi rojan e cenazeyên me li ku ne, em nizanin. Dewleta Tirk li Efrîn, Serêkaniyê û herêmên gerîla çekên kîmyewî bi kar anîn. Divê hêzên navneteweyî li dijî dewleta Tirk rawestin."

 ‘JI BO GELÊ XWE Û RÛMETA XWE ŞEHÎD BÛ’

Bavê şehîd Canfeda Hasekê, Izzetîn Silo jî wiha axivî:  "Dema ku xebera ehadetê gihîşt me, em wek dê û bav xemgîn bûn, lê me got zarokê me ji bo rûmeta xwe ji bo gelê xwe şehîd bûye. Bi şehîdbûna şehîd Canfeda serê me bilind e. Em ê serê xwe li ber dijmin netewînin. Artêşa Tirk li dijî wan çekên kîmyewî bi kar anîn, ji ber ku wan axa xwe diparast.”

Silo diyar kir ku dewleta Tirk beriya niha li hemberî herêmên Efrîn, Serêkaniyê û herêmên gerîla çekên kîmyewî bi kar anîbûn û got: "Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze tevahî gelê Kurd tune bike. Lê îradeya me ji hemû teknîk û çekên wan mezintir e."

‘DIVÊ LÊKOLÎN ÇÊBE’

Silo diyar kir ku şehîd Canfeda tevî 6 hevalên xwe berxwedaneke dîrokî nîşan da û got: "Dewleta Tirk li dijî zarokên me çekên kîmyewî bi kar anîn. Hêzên navneteweyî li hemberî êrişên dewleta Tirk bê deng in. Her wiha bikaranîna çekên kîmyewî jî paşguh dikin. Heta niha li ser vê yekê tu çalakî nekirine. Erdogan van komkujiyan li ber çavê raya giştî dike. Wek malbat em dixwazin hikumet vê mijarê lêkolîn bikin. Bi taybetî saziyên mafên mirovan ên navneteweyî, divê careke din lêkolîn bikin ka çekên kîmyewî hatine bikaranîn an na. Em nizanin cenazeyên zarokên me li ku ne."

Rêveberê Komeleya Piştgiriyê ya Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) Mehmet Ozdemîr jî wiha axivî:  "Di encama serlêdana malbatên gerîlayên de ku di 3y'ê Gulanê de li herêma Avaşînê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, em hîn bûn ku 7 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane û gerîla bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin. Me malbatên gerîlayan sewqî dozgerî kirin. Wek komele em vê mijarê lêkolîn dikin."

‘CENAZEYÊN GERÎLAYAN NÎŞAN NADIN’

Ozdemîr diyar kir ku di 3'yê Gulanê de agahî ji wan re hatiye ku nexweşxaneya Colemêrgê li ber sivîlan hatiye girtin û ev agahî parve kirin: "Piştî van agahiyan me got cenazeyên 7 gerîlayên HPG'ê li vir in. Me ji nexweşxaneyên li navçeyên din jî pirsî û me dît ku ew li wir in. 2 malbatan serî li dozgeriyê da. Heta niha bersiv ji serlêdana van malbatan re nehatiye dayîn. Metirsiya me ya sereke wek malbatan ew e ku em ji çapemeniyê fêr bûne ku îhtîmaleke mezin heye ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn û cenaze ji ber bikaranîna çekên kîmyewî nayên nîşandan. Lê belê di vê pêvajoyê de heta cenaze bên dîtin em ê çêkirina raya giştî bidomînin û bi malbatan re bin. Ji bo me girîng e ku em rastiya wê eşkere bikin. Em ê alîkariya malbatên xwe bidomînin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-K03-tN5TQ4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>