Rojnameyên erebî: Erdogan, aloziya xwe bi rêveberiya Biden re kûrtir dike

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de, cih da hewldanên dewleta Tirk ji bo keysbazkirina doza Filistînê û dan û standinên Erebistana Siûdî û Îranê.

Rojnameyên erebî: Erdogan, aloziya xwe bi rêveberiya Biden re kûrtir dike
20 gulan, 2021   07:03
NAVENDA NÛÇEYAN

'HEWLDANÊN ERDOGAN ÊN KEYBAZKIRINA DOZA FILISTÎNÊ ALOZIYA BI AMERÎKAYÊ RE KÛRTIR KIR'

Têkildarî doza Filistînê û bikaranîna wê ji aliyê dewleta Tirk ve, rojnameya El-Ereb got: "Hewldanên serokkomarê Tirk Erdogan ên keysbazkirina şerê li Xezayê yê navbera Îsraîl û tevgera Hemasê de da ku destkefiyên siyasî bi dest bixe, bi kûrkirina aloziya xwe bi Amerîkayê re nexasim bi rêveberiya nû re, tacîdar bû.

DYA`yê daxuyaniyên Erdogan ên têkildarî gelê Cihû şermezar kirin û da zanîn ku ev yek dikeve çarçoveya dijminahiya Cihûyan.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA`yê Ned Price roja sêşemê ragihand ku DYA`yê daxuyaniyên serokkomarê Tirk Erdogan ên têkildarî gelê Cihû bi tundî şermezar dike. Ned Price got: "Zimanê li dijî Cihûyan (antîsemîtîzm), li tu deveran cihê xwe tune ye."

FIŞARÊN NAVNETEWEYÎ YÊN ARMAKIRINA ŞERÊ XEZAYÊ

Di heman çavçoveya şerê Xezayê de, rojnameya El-Beyan got: "Hewldanên navneteweyî yên aramkirina rewşa li Filistînê dewam dike û Îsraîl jî êrişa xwe dewam dike. Di vê çarçoveyê de, DYA`yê piştrast kir ku divê şer bê sivikkirin û Rûsya kete nava liv û tevgerê.

Koşa Spî, ragihand ku serokê Amerîkayê Biden, ji dema ku şer di navbera artêşa Îsraîlê û Xezayê de dest pê kiriye, 4 caran bi serokwezîrê Îsraîlê re Netanyahu axiviye, da ku rewş aram bibe.

Ji aliyekî din ve jî, berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand ku Rûsya hewl dide şerê Filistînê û Îsraîlê re, çareser bike. Rûsya bernameya xwe ya dan û standinê pêşkêş kir û bang li Îsraîl û Filistinê kir ku rewşê aram bikin.”

DAN Û STANDINÊN SIÛDÎ Û ÎRANÊ, DI PÊVAJOYA ZELALBÛNÊ DE YE

Têkildarî dan û standinên Erebistana Siûdî û Îranê, rojnameya Şerq El-Ewset got: "Wezîrê karên derve yê Siûdî Emîr Feysel Bin Ferhan, têkildarî dan û standinên Îran û Siûdî ragihand ku ew dan û standin di pêvajoya zelalbûnê de ye.”