Muslim Şêx Hesen: Dûrxistina Rêveberiya Xweser ji civînên navneteweyî aloziyê kûrtir dike

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekitî) Muslim Şêx Hesen got "Eger civaka navneteweyî çareseriyeke rasteqîn ji aloziya li Sûriyê re dixwaze, divê hemû hêzên li ser erdê beşdarî civînên ku li ser astên navneteweyî li dar dikevin, bibin. Dûrxistina Rêveberiya Xweser ji civînên navneteweyî ne çareserî ye û aloziyê girêktir dike.”

Muslim Şêx Hesen: Dûrxistina Rêveberiya Xweser ji civînên navneteweyî aloziyê kûrtir dike
20 gulan, 2021   06:36
KOBANÊ - NÎHAD KERHO

Rêveberiya Xweser di destpêka sala 2014'an de bi şêweyê 3 kantonên mezin ên bakurê Sûriyê;  Cizîr, Kobanê û Efrînê hate avakirin. Piştî rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê û avakirina rêveberiyên sivîl û xweser li herêmên rizgarî, di Îlona 2018'an de rêveberiyeke giştî hate ragihandin.

Projeya Rêveberiya Xweser di demekê de ava bû ku erdnîgariya Sûriyê ji ber aloziya ku di Adara 2011'an de dest pê kir û heta roja me ya îro berdewam e, parçe bûye. Rêveberiya Xweser ruxmî tevliheviya ku hîna heye, kontrolkirina gelek hêzên herêmî û cîhanê ji herêmên Sûriyê re, herêmên xwe parastin û êdî îro bûye nimûne.

ROLA GIRÎNG A RÊVEBERIYA XWESER

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekitî) Muslim Şêx Hesen got: "Avakirina Rêveberiya Xweser gaveke girîng bû. Wê yekrêziya xak û yekitiya pêkhateyên gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û axa wê ji hemû êrişan parast. Bi taybet êrişên komên terorîst ên girêdayî ajandeyên derve ku li qada Sûriyê derketin û hewl dan bi çarenûsa gelê herêmê bilîze."

Şêx Hesen wiha berdewam kir: “Rêveberiya Xweser tevî derfetên xwe yên hêsan û gel astengiyên mezin, gelek xebat ji gelên herêmê re pêşkêş kirin.”

Şêx Hesen wiha domand: “Li gorî herêmên din ên Sûriyê, rewşa li herêmên Rêveberiya Xweser gelek baş e. Divê Rêveberiya Xweser hewl bide şertên xwe bi rêya kaxizên dan û standinê yên li cem xwe, ferz bike. Eger partiyên siyasî bibin yek, wê demê ev yek dê pêk were. Bi taybet li gel dan û standinên ku di navbera Partiyên Yekitiya Nîştimanî yên Kurdî (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurd a li Sûriyê (ENKS) de li dar dikevin.”

Şêx Hesen di berdewama gotinên xwe de ev yek destnîşan kir: "Eger civaka navneteweyî dixwaze çareseriya rasteqîn û bilez ji aloziya li Sûriyê re pêk were, divê hemû hêzên li ser erdê beşdarî civînên ku li ser astên navneteweyî tên lidarxistin bibin. Paşguhkirina beşeke mezin ji pêkhateyên gelê Sûriyê û tunebûna nûnerê rastîn ê wî, tê wateya tunebûna çareseriyê. Lewra divê Rêveberiya Xweser wekî nûnerê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji civînên navneteweyî re were vexwendin.”

CUDAHIYA HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER Û HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk a dagirker beşên mezin ên axa Sûriyê yên li nêzî sînorên xwe bi hinceta parastina ewlehiya xwe dagir kirin.

Dayîna Lîwa Iskenderon ji dewleta Tirk re têrê nekir, lê belê hikumeta Şamê tevahî herêmên bi ser sînor de piştî 2011’an da dewleta Tirk. Ev yek jî piştî dagirkirina dewleta Tirk a herêmên Idlib, Cerablus û veguherandina wan ji wîlayetên Tirk re, li gel bêdengiya hikumeta Şamê, eşkere bûn. Piştre dewleta Tirk Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî dagir kirin.

Der barê rewşa li herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên dagirkirî de Muslim Şêx Hesen got: “Cudahî di navbera her duyan de mezin e. Dewleta Tirk li ber çavên hikumeta Şamê demografiya herêmên dagirkirî diguhere. Ev her du dewlet li hev dikin û projeya wan mezin e. Ew dixwazin gelê Kurd xwediyê rastîn ê vê axê tune bikin. Her du jî dixwazin siyaseta tirkkirin û erebkirinê li wan herêman bidin meşandin. Tiştên li Efrînê çêdibin mînaka wê ye. Têkilî di navbera istixbarata Tirkiye û Sûriye de berdewam e.”

Şêx Hesen bal kişand ser hewldanên her du dewletan ên li dijî gelên li herêmên Rêveberiya Xweser û wiha pê de çû: “Qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve, girtina dergehan ji aliyê hikumeta Şamê ve ne tesedûfî ye lê belê lihevkirinek ji bo tunekirina vîna azad a gelê herêmê heye.”

Şêx Hesen di dawiyê de got: “Em bixwazin nexwazin, lê îro Sûriye parçekirî ye. Nexasim piştî ku dewleta Tirk a dagirker rûberên mezin ên bakurê Sûriyê mîna Efrîn, Idlib, Cerbalus, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Ne ji berjewendiya hêzên mezin e ku alozî bi dawî bibe, ji ber ku berjewendiyên wan bi rêya aloziyê pêk tên.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/al9taDv3ZvQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>