​​​​​​​Yekîneya Avê ya Tebqayê du pompeyên nû saz kirin

Piştî ku pompeyên ava vexwarinê ji xizmetê derketin, Yekîneya Avê ya Tebqa wekî çareseriyeke demkî dest bi sazkirina du pompeyên nû kir.

​​​​​​​Yekîneya Avê ya Tebqayê du pompeyên nû saz kirin
18 gulan, 2021   17:05
TEBQA

Ev 4 meh in, dewleta Tirk qutkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyê didomîne. Di encamê de pompeyên ava vexwarinê ji xizmetê derketin.

Yekîneya Avê ya Tebqayê wekî çareseriyeke demkî ji bo peydakirina ava vexwarinê, dest bi sazkirina du pombeyên nû kir.

Pompe li gundên Ayid û Cabir hatin sazkirin ku pêwîstiya ava vexwarinê ji derdora ji sedî 70 ji niştecihên herêmê re dabîn dike. Yekîneya Avê bi rêya sarîcan avê ji 30 ji sedî yê mayî peyda dike.

Hevserokê Yekîneya Avê ya Tebqayê Hemûd El-Şêx ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku qutkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve bû sedema kareseteke mirovî ku bandorê ne tenê li ava vexwarinê dike, di heman demê de bandorê li çandinî, sewal û masiyan jî dike.

El-Şêx di berdewama axaftina xwe de got: "Piştî qutbûna 10 rojan û belavkirina avê bi rêya sarîcan, me du pompe li herêmê saz kirin da ku ava vexwarinê ji şêniyan re peyda bikin. Tîma xebatên pompeyan bê navber dixebite da ku avê bighîne welatiyan."

Hevserokê Yekîneya Avê ya Tebqayê Hemûd El-Şêx di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe yên li dijî gel rawestîne. Her wiha got, heger qutkirina avê berdewam bike dê rewş xirabtir bibe.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KOQumq83O54" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>