​​​​​​​Komxebata Rojava ya 3`yemîn ya Hunera Şêwekariyê li Qamişlo dest pê kir

Îro li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo qonaxa duyemîn a Komxebata Rojava ya 3`emîn a Hunera Şêwekariyê bi pêşandana tabloyên hunerî, dest pê kir.

18 gulan, 2021   13:35
 QAMIŞLO

Komxebat bi dirûşma “Pirrengiya me jêdera hêz û xweşikbûna me ye, em hunerê bikin bihara dilê xwe” tê lidarxistin. 128 hunermendên ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî komxebatê bûne. Komxebat hemwextî 18`ê Roja Şehîdan tê lidarxistin.

Li holê komxebatê bi dehan tabloyan tên pêşandan, şênî, hezkiriyên çand û hunerê û nûnerên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser bi germahî komxebatê pêşwazî dikin.

Pêşangeh bi axaftina hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Talet Yûnis dest pê kir. Yûnis şehîdên azadiyê û şehîdên meha Gulanê û şehîd Heqî Qerar û hevrêyên wî yên di 18`ê Gulana 1977`an de li ser destê dagirkeriya Tirk hatine şehîdxistin, bi bîr anîn.

'PÊŞANGEH NÎŞANEYA HEVGIRTINA PÊKHATEYAN E'

Yûnis daxuyand ku ev komxebat, zemîneke guncaw ji bo parvekirina çandên cuda û pirreng e û got: “Ev pêşangeh nîşaneya ruhê hevgirtina di navbera pêkhateyên herêmê de ye.”

'PIRRENGIYA ZIMAN Û ÇADNÊ JÊDERA HÊZ Û XWEŞIKBÛNÊ YE'

Cîgira hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen jî wiha axivî: “Huner nameyeke aştiyê dide. Ji ber herî zêde nêrînên mirovan diderbirîne. Huner hafîzeya folklorê netewe û gelan e.”

Ronahî diyar kir ku pirrengiya ziman û çandî berhemeke rastîn û jêdera hêz û xweşikbûnê ye û got: “Em hunerê bikin bihareke geş.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku komxebata yekemîn sala 2016`an û ya duyemîn sala 2018`an li Kobanê hatibû destpêkirin. Îsal jî li bajarê Tebqayê hate lidarxistin û rastî pêşwaziyeke mezin ji aliyê hemû pêkhateyan û beşên civakê ve hat.

Dê pêşangeh rojane ji 18 heta 31`ê Gulanê ji saet 9:00`ê sibehê heta 9:00`ê êvarê, pêşwaziya gel bike.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PeavAAHxtOI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>