Hêzên ewlekariyê: Hin kes sûdê ji xwepêşandanên aştiyane digirin da ku tevliheviyê derxin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, dema gel xwepêşandanên aştiyane li dar xistin, hin kesan xwestin xwepêşandanan bi kar bînin da ku tevliheviyê di navbera gel û saziyên ewlehî û leşkerî de derxin. Fermandariyê bang li gel kir ku ji hewldanên derxistina fitneyan hişyar bin.

Hêzên ewlekariyê: Hin kes sûdê ji xwepêşandanên aştiyane digirin da ku tevliheviyê derxin
18 gulan, 2021   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî xwepêşandanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li hember bilindbûna buhayên madeyên sotemeniyê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Rêveberiya Xweser biryara diyarkirina buhayên madeyên sotemeniyê da, ji bo redkirina biryarê şêniyan xwepêşandanên aştiyan li dar xistin, lê hin kesên girêdayî ajandeyên derve sûdê ji vê rewşê digirin da ku fitneyê di navbera pêkhateyên gel, hêzên leşkerî û ewlehiyê de bi derxin. Bi wê re êriş nuqte, navend û saziyên leşkerî û sivîl kirin û çek li hember xwepêşandêr û endamên hêzên me bi kar anîn, di encamê de hejmarek sivîl û endamên hêzên me birîndar bûn.

Ji bo vê yekê, em bang li gelê xwe dikin ku em ê wan kesên ku  gule li şêniyan barandine, bişopînin û lêpirsînê vekin û teqez dikin ku kesên ev kiryar kirine, dê werin cezakirin.

Her wiha bang li gelê xwe dikin ku ji van kiryaran hişyar bin û hay ji fitne û aliyên ku dixwazin ewlehî û aramiya li herêmên Rêveberiya Xweser têk bibin, haydar bin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina gel û destkeftiyan li ser peyan in û canê xwe didin û bi hevgirtinê we  em ê tevahî planên bi hewldanên tevliheviyê têk bibin."

(fr)

ANHA