HPG: Li Selmasê 4 gerîla şehîd bûn

HPG’ê ragihand 11’ê Gulanê di encama êrişa hêzên Îranê ya li Selmasê de 4 gerîla şehîd bûn.

HPG: Li Selmasê 4 gerîla şehîd bûn
18 gulan, 2021   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kirin:

“Agahiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê:

17’ê Gulanê saet 11:30’î li dijî hêzên dagirker ên li Girê Xaç a li devera Xantûr a Herêma Heftanînê çalakiyek hatiye kirin. Komeke dagirkerên li nava konekê kom bûbûn hate hedefkirin, 3 dagirker hatin cezakirin, kon bi temamî hate rûxandin. Dagirker piştî çalakiyê bi qasî saetekê qada çalakî lê pêk hate bi obus û hewanan bombe kir.

LI SELMASÊ 4 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

11’Ê Gulanê hêzên me dema ku ji cihekê diçûn ciheke din li devera Selmasê hêzên Îranê êrişî wan kirin. Li vir 4 hevrêyên me şehîd bûn.

DI ÊRIŞÊN ESMANÎ DE TU GERÎLA ŞEHÎD NEBÛNE

Êrişên balafirên şer û helîkopteran ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dom dikin. Di vê çarçoveyê de;

17’ê Gulanê saet 23:15’an helîkopterên Skorsky Girê Şehîd Serxwebûn a Herêma Zapê leşker danî.

17’ê Gulanê saet 20:45’an heta 00:00’an li deverên Memreşo, Mervanos û Şûkê yên Herêma Avaşîn tevgera helîkopteran hebû.

17'ê Gulanê saet 16:00 heta 16:30’î balafirên şer Zendûra ya herêma Metîna 3 caran bombe kirin.

Di van bomberdûmanan de tu ziyan bi gerîlayên me nebûne.”