​​​​​​​Li Hesekê ji ber ava qirêj 753 kes nexweş ketin

Hevserokê Nexweşxaneya Gel a Hesekê Mihemed Seîd El-Abdullah diyar kir ku ji dema qutkirina avê li ser bajêr ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, zêdetirî 753 rewşên jehrbûn û navçûnên ji ber vexwarina avê qirêj hatine tomarkirin.

​​​​​​​Li Hesekê ji ber ava qirêj 753 kes nexweş ketin
18 gulan, 2021   09:49
HESEKÊ

Ji 12’yê Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava stasyona Elokê ya li Serêkaniyê ya dagirkirî ji ser şêniyên Hesekê û gundên wê qut kiriye.

Stasyona Elokê ji 30 bîr û 8 pompeyan pêk tê. Lê bi fermana dewleta Tirk a dagirker pompeyek û 3 bîr tenê dixebitin, ew jî li hember dayîna Rêveberiya Xweser a kehrebe ji stasyonê re. Lê ava wan her sê bîran kêm e û nagihîje taxên Hesekê.

Ji ber kêmbûna avê, şênî neçar dimînin ku avê ji bîrên li taxan dagirkirin ku ji vexwarinê re ne baş e. Lew re bi sedan şêniyên bajêr di nav de zarok ji ber nebaşiya avê bi jehrbûn û navçûnê ketin.

Girêdayî vê yekê, Hevserokê Nexweşxaneya Gel a Hesekê Dr. Mihemed Seîd El-Abdullah got, piştî qutkirina avê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, gelek nexweş ku hatin nexweşxaneyê bi jehrbûn û navçûnê ketine.

El-Abdullah diyar kir ku hejmareke mezin ji kesên bi jehrî û nav çûne ketine tên nexweşxaneyê, piraniya wan jî zarok in û sedema wê jî vexwarina ava ne paqij e. Ji ber beriya qutbûna avê, ewqas hejmara nedihatin nexweşxaneyê.

El-Abdullah axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ava ku bi rêya sîtêran digihîne şêniyan, piranî ne ji bo vexwarinê ye, ji ber ji cihên nehatine lêkolînkirinê tên dagirtirin."

El-Abdullah diyar kir ku gelek bîrên ji hêla Gerînendetiya Avê hatine ruxsetkirin û di bin kontrolê wê de ne, hene. Lê hin bîr hene ne di bin kontrolê de ne û piranî xwediyên sîtêran girîngiyê nadin paqijbûna sîtêrên xwe di dema dagirtin û belavkirina avê de.

Mihemed Seîd El-Abdullah detnîşan kir ku ava ku bi rêya komînan digihîne taxan, di bin çavdêriya gerînendetiya avê de ye û ji bo vexwarinê ye, lê gelek xwediyên sîtêran hene nayê zanîn ku ji kîjan bîran sîtêrên xwe dadigirin.

El-Abdullah destnîşan kir ku hin malbat ji ber nebaşbûna rewşa madî avê ji bîrên malan ku ne ji bo vexwarin ne jî ji bo bikaranînê ye dadigirin, ji ber vê yekê şênî bi jehrî û bi navçûnê dikevin û hin nexweşiyên çermî çêdibin.

El-Abdullah da zanîn ku di dirêjahiya Nîsanê de nêzî 616 rewşên jehrbûn û navçûnê çêbûn hatin tombarkirin û wiha got: "Ya herî zêde li gel zarokan bû û gihaşt 400 rewşên jehrbûn û navçûnê. Lê şênî jî tedbîrên tenduristiyê pêk naynin, divê beriya avê bidin zarokan, baş were kelandin û piştre bidin zarokan."

Di dema cejnê de gelek şênî ji ber qirêjbûna avê nexweş bûn, girêdayî wê, El-Abdullah daxuyand ku di dema cejnê de gelek rewşên nexweş hatin nexweşxaneyê; 73 rewşên jehrbûnê li gel mezinan, 10 rewşên jehrbûnê li gel zarokan, 30 rewşên navçûnê li gel zarokan û 24 rewşên navçûnê li gel mezinan. Hejmara giştî, ji dema qutbûna avê li ser bajêr de 753 kesên bi jehrê û navçûnê ketine hatin tomarkirin.

El-Abdullah bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku dimildest destwerdanê bikin û sînorekî ji dewleta Tirk a dagirker re deynin.

Li aliyekî din jî Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Hesekê Sozdar Ehmed diyar kir ku ji ber qutbûna ava stasyona Elokê şêniyên Hesekê karesateke mirovî re rû bi rû ne û wiha berdewam kir: "Heta ku depoyên avê yên gerînendetiya avê tijî bibin, pêdivî bi 3 rojan heye, da ku hinek avê ji bajêr re were peydakirin. Ji ber ku çete tevahî bîr û pombên stasyonê naxebitînin."

Sozdar Ehmed got ava ku Gerînedetiya Avê dide şêniyan dezenfektekirî ye û ji bo vexwarinê ye û diyar kir ku tevahî sîtêrên girêdayî gerînendetiyê jî hatine dezenfektekirin û di bin çavdêriyê de ne.

Sozdar Ehmed bal kişand ser rewşên jehrbûn û navçûnê û destnîşan kir ku sedema wê yekê bikaranîna  ava bîrên li taxan e ji ber ava wan bîran ji bo vexwarin û bikaranînê ne baş e.

Sozdar Ehmed da xuyankirin ku wan gelek caran bang kiriye ku ava bîrên li malan qirêj e û jehrbûnê çêdike.

Sozdar Ehmed di dawiyê de bang li şêniyan kir ku avê dezenfekte bikin û madeya klorê bixin avê, da ku av were vexwarin û bikaranîn.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/npL2d9_Vi0E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>