Ji ber qutbûna ava Firatê, çandiniya mewsima havînê li Girê Spî kêm dibe

Gerînendetiya Çandiniyê ya Girê Spî da zanîn ku rêjeya çandina mewsima havînê li gorî sala borî ji sedî pêncî paşve çûye. Gerînendetiyê bang li civaka navneteweyî kir ku zext li dewleta Tirk bike da ku ava Firatê berde.

Ji ber qutbûna ava Firatê, çandiniya mewsima havînê li Girê Spî kêm dibe
Ji ber qutbûna ava Firatê, çandiniya mewsima havînê li Girê Spî kêm dibe
Ji ber qutbûna ava Firatê, çandiniya mewsima havînê li Girê Spî kêm dibe
Ji ber qutbûna ava Firatê, çandiniya mewsima havînê li Girê Spî kêm dibe
18 gulan, 2021   06:58
EYN ÎSA

Dewleta Tirk ev 3 meh e ava Firatê li ser axa Sûriyê qut kiriye. Di encama wê de cotkaran ji tirsa domdar a qutbûna avê, ji ber çandina mewsima havînê û bi taybet çandina pembû, bi fikar in.

Cotkarên bajarokê El-Hîşê yê kantona Girê Spî ji ber qutkirina avê ku hilberînên xwe ji ava ku ji stasyona Refî Til El-Semin ava didan, dest ji çandiniyê berda û di encamê de çandinî kêm bû.

Di vê derbarê de serokê beşa çavkaniyên avê ya Gerînendetiya Çandiniyê ya kantona Girê Spî Ebdullah El-Xetab ji ajansa me re diyar kir ku kêmbûna avê di gola El-Esed de metirsîdar e û ger wiha berdewam bike dê bibe sedema rûdana karesateke mirovahî û dê bandorê li şênî û aboriya herêmê jî bike.

/ar/uploads/files/2021/05/18/062449_abdallh-alkhtab.webp

Ebdullah El-Xetab da zanîn ku ger qutkirina avê wiha berdewam bike, stasyona El-Refî dê bisekine, ji ber vê yekê jî piraniya cotkarên kantona Girê Spî îsal dest ji çandina hilberînên havînê berda. Her wiha Ebdullah diyar kir ku bajarokê El-Hîşê çavkaniya sereke ya pirbûna hilberînê ye, ji ber ku erdên wê avî tên çandin.

Ebdullah El-Xetab got, rêjeya çandina hilberînên havînê ya îsal li gorî sala borî ji sedî pêncî paşve çûye. Ebdullah bang li civaka navneteweyî kir ku zext li ser dewleta Tirk bikin da ku ava Firatê berde ji ber ku ger qutkirina avê berdewam bike dê bandorê li debara şêniyên herêmê bike.

Rûbera erdên çandiyê ku ji stasyona Refi Til El-Semin tê avdan, derdora 16 hezar hektar e. Piraniya wan erdan girêdayî bajarokê El-Hîşê ne û yên din jî girêdayî gundewarên Xinêz û Til El-Semin ên bakurê Reqayê ne.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jSJxT-U0Tfs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>