Piştî Reqa û Tebqayê Gerînendetiya Avê ya Dêrazorê hişyarî da

Metirsiyên şêniyên Dêrazorê di çend rojên dawîn de ji ber kêmkirina ava çemê Firatê zêde bûn. Gerînendetiya Avê ya Dêraozêrê jî ji ber vê yekê hişyarî da.

Piştî Reqa û Tebqayê Gerînendetiya Avê ya Dêrazorê hişyarî da
18 gulan, 2021   08:08
DÊRAZOR

Herêmên Dêrazorê herêmên dawîn in ku çemê Firatê di nav xaka Sûriyê de digihêjê. Ji ber kêmbûna asta avê çirav û kevz li qeraxa çem li herêma Dêrazorê derketine. Ev yek jî metirsiyên şêniyan ên ji ber belavbûna nexweşiyan li gel belavbûna pêla sêyemîn a vîrusa Koronayê zêde dike.

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Dêrazorê Hisên El-Tirkî diyar kir ku stasyonên ava vexwarinê yên El-Kiber, El-Sawe û El-Zixîr rawestîne ku av didan bi dehan gundên li rojavayê Dêrazorê û wiha dewam kir: "Ev jî nîşaneyên rûdana karesateke aborî û tenduristî li herêmê çêdike. Ji ber ku şênî avê ji sahrîcên taybet dikirin, barên wan ên madî giran dibin û ji ber ku av ne dezenfektekirî ne, rê li pêşiya gelek nexweşiyan vedibe."

Hisên El-Tirkî destnîşan kir ku ji ber qutbûna avê, êdî bendav kehrebeyê dernaxin ji ber vê yekê kehrebe li herêmê hema bêje bi temamî qut bûye û ev yek bandorê li xebatên Gerînendetiya Avê ya Dêrazorê dike ku niha hilmijên avê bi cih dike ku pêwîstiya wê bi kehrebeyeke birêkûpêk heye da ku bixebitin.

Serokê Kooperatîfên Cotkaran a Dêrazorê jî Mihemed El-Îd da xuyakirin ku warê çandiniyê ji ber ku stasyonên avdanê ji derdora mehekê ve naxebitin paşde çûye û wiha domand: "Bi taybet di vê demê de ku genim digihêje. Lê ya ku asta kerasetê mezintir kiriye û ji ber zeviyên bejî telef bûn, kêmbûna barîna baranê ye ku heke bibare lêçûnên avdanê li cotkaran sivik dike."

El-Îd diyar kir ku di encama vê yekê de û ji bo ku ziraran telafî bikin, ew neçar mane ku bendên axî li pêşiya ava mayî bigirin da ku avê nêzî stasyonên avdanê bikin, lê ev yek jî barên madî yên li ser kooperatîfan zêde dike.

Hisên El-Tirkî û Mihemed El-Îd bang li aliyên têkildar ên Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan kirin ku bi çavê mirovahiyê li rewşa trajedîk ku gelê Sûriyê tê re derbas dibe, binêrin û fişarê li dewleta Tirk bikin da ku avê di hewldanên xwe yên ji bo dagirkirina herêmê de bi kar neyîne.

Di demeke berê de Gerînendetiya Avê ya Tebqa û Reqayê hişyarî jî dabû bi taybet piştî ku di encama testkirina nimûneyên avê de madeyên mîna fosfor û zîbaq ên bijehr hatin dîtin. Her wiha bijîşkan eşkere kir ku li gelek nexweşxaneyan bûyerên jehrîbûn û zikçûnê hatin dîtin. Ji testan diyar bû ku sedem vexwarina ava ne pak e.

(şx)

ANHA