Fermandarekî PDK`ê ji bo cezayê darvekirina 4 ciwanên Êzidî 10 şahid amade kirin

Yek ji serokên eşîra Şemer di dîmenekê de diyar kiriye ku berpirsyarê Fermandariya Pêşmergeyên PDK`ê ya Şengalê Qasim Şeşo 10 çekdarên xwe amade kirine û di cezaya darvekirinê ya di derbarê 4 ciwanên Êzidî de hatiye standin, kirine şahid.

Fermandarekî PDK`ê ji bo cezayê darvekirina 4 ciwanên Êzidî 10 şahid amade kirin
18 gulan, 2021   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 26’ê Îlona 2020’an de 2 xortên ji eşîra Şemer, li ser rêya navbera Til-Izêr û Şengalê hatinbûn kuştin. Piştî bûyerê, di heman rojê de 4 ciwanên Êzidî ku temenê wan di bin 20 saliyê re ye, ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve bi îdîaya kuştina 2 ciwanên eşîra Şemer hatibûn girtin.

Dadgeha Cezayê ya Musilê di 21’ê Nîsana 2021’an de derbarê 4 ciwanên Êzidî de biryara bidarvekirinê da.

Li ser biryara dadgehê gelê Şengalê xwepêşandanên nerazîbûnê lidar xistin û diyar kirin ku 4 ciwan bêsûc in û bang li rayedaran kirin ku lêkolînek rast were kirin û edalet bê bicîhanîn.

Di 16’ê gulanê (2 roj berê) Berpirsê Fermandariya Pêşmergeyên PDK’ê ya Şengalê Qasim Şeşo seredana Bajaroka Rebîa kir û li gel yek ji serokên eşîra Şemer Manea Ecîl Yawer hevdîtin pêk anî.

Li gorî Rojnewsê, dîmena ku derketiye holê jî ya vê serdanê ye û tê de behsa girtina 4 ciwanên Êzidî tê kirin. Her wiha di dîmenê de Yawer dibêje ku Qasim Şeşo di girtina 4 ciwanên Êzidî de alîkarî kiriye û di dema darizandina wan de 10 çekdarên xwe li dijî 4 ciwanan wekî şahid di dadgehê de amade kirine. Yawer ji ber wê yekê spasiya Şeşo dike.

Yawer di berdewama axaftina xwe de dibêje: “Ji roja destpêkê ve Qasim Şeşo bi me re bûye alîkar û ji bo mijarên qanûnî her tiştê ku ketiye ser milê wî ji bo me kiriye. Her wiha di dadgehkirina wan de jî 10 kes amede kirine ku bibin şahid heya ev kes bigihîjin cezayê xwe. Ji bo vê helwestê em kêfxweş in û hêvîdar im ku wê têkiliyên me dewam bikin."