Dewleta Tirk di rûniştina `Doza Kobanê` de astengiya derdixe

Hîna rûniştina `Doza Kobanê` dest pê nekiriye, dorpêça polîsan bal kişand. Her wiha dewleta Tirk astengiyan derdixe û nahêle rojnamevan rûniştinê bişopînin.

Dewleta Tirk di rûniştina `Doza Kobanê` de astengiya derdixe
18 gulan, 2021   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûniştina duyemîn a 'Doza Kobanê' ku Hevserokên Gişti yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş jî di nav de 28 kes girtî bi giştî 108 kes têne darizandin, li kampusa Girtigeha Sîncanê ku 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi rêve dibe, dest pê kir.

Beriya ku rûniştina dozê dest pê bike, li hundir û dervê Kampusa Girtîgeha Sîncanê polîsan tedbîrên pir zêde girtin. Beriya destpêkirina rûniştinê, parêzer, parlamenter û kesen dozê bişopîne, bi hinceta li salonê lêgerîna bombeyê heye demek dirêj li pêş kampusê hatin rawestandin. Piştî lêgerînê yek bi yek hildan hundir. Li salonê zêdebûna polîsan bal kişand ser xwe. Ji bo malbatn û şopdarên dozê salonek cuda hat amadekirin.

Polîsan rojnamevanên ku xwestin dozê bişopînin û derbasî salonê bibin, bi hinceta karta wan a turkuazê tune, hilnedan hundir. Dîsa destûr nedan ku telefon û kompîtûrê jî têxin hundirê salonê.

Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû, Hevserokê ESP'ê Şahîn Tumuklu û wekilên HDP'ê tev li danişîna dozê bûn. Dîsa nûnerên Delegasyona Tirkiyeyê yên Yekîtiya Ewropayê jî doz şopandin.