Dewleta Tirk çekên fosfor li Zendurayê bi karanî

Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker li girê Zendûrayê çekên fosfor bi karanî.

Dewleta Tirk çekên fosfor li Zendurayê bi karanî
17 gulan, 2021   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên artêşa Tirk a dagirker li herêma Metînayê berdewam dike, lê li beramberî berxwedana gerîlayên azadiyê nikarin encamê bigre. Ji ber vê yekê çekên kimyayî û qedexekirî bi kartîne.

Li gorî Rojnews'ê ku agahiyên ku çavkaniyên herêmê digire, balafirên artêşa Tirk a dagirker, îro piştî nîvro Girê Zendûra bombebaran kirin. Li gorî agahiyan di bombebaranê de çekên fosfor hatiye bikaranîn.

Di dîmenên ku ji aliyê gundiyan ve hatine kişandin jî, di dema bombebaranê de agirek mezin bilind dibe, toz û dûmanek gelek mezin belav dibe.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/N32c3Vg_39A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>