Meşa ciwanan a ber bi Dêrikê ve dewam dike

Tevgera Ciwanên Şereşger û Yekitiya Jinên Ciwan meşa xwe ber bi navçeya Dêrikê ve didomînin. Meşê duh ji Qamişloyê dest pê kiribû.

Meşa ciwanan a ber bi Dêrikê ve dewam dike
17 gulan, 2021   11:04
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan duh ji Qamişloyê ber bi Dêrikê bi dest meşeke dirêj kiribû. Meşa ku bi armanca piştgiriya hemleya Bazên Zagrosê tê organîzekirin wê 3 dewam bike û wê li Dêrikê bi dawî bibe.

Duh meşa ciwanan gihîştibû Tirbêsipyê û îro ji sibehê ve ciwan meşa xwe ber bi Çilaxa û Girkê Legê ve didomînin.

Beşdarên meşê sloganên şermezakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û silavkirina berxwedana gerîlayan berz dikin.

Li Tirbespiyê jî bi dehan şênî tev li meşê bûn. Tê payîn ku ciwan heta seatên êvarê meşa xwe bidomînin û li navçeya Girkê legê rawestin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1pNH5od50hY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>