Nivîsgeha Bêbandorkirina Mayînan ji bo peywendiyê hejmareke telefonê diyar kir

Nivîsgeha Bêbandorkirina Mayînan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo agahdarkirina xeteriyên girêdayî mayînan û bermahiyên şer, hejmarek telefonê ji bo peywendiyê diyar kir.

Nivîsgeha Bêbandorkirina Mayînan ji bo peywendiyê hejmareke telefonê diyar kir
17 gulan, 2021   10:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek êriş pêk hatin, her wiha hin komên çeteyan û di sêrî de DAIŞ, El-Nusra û herî dawî çeteyên dewleta Tirk a dagirker di dîrokên cuda de gelek herêm dagir kirin. Li herêmên Til Hemîs, Til Birak, deverên li başûrê navçeyên Til Koçer û Tirbespiyê yên kantona Cizîrê û kantona Kobanê, çeteyan bi hezaran mayîn çandin.

Heta niha şêniyên herêmê bi wan mayînên çeteyan dibin qurbanî. Herî dawî zaroka bi navê Teyf Casim El-Xelef (7) di 5`ê Gulanê de ji ber mayîna ji bermahiyên çeteyên dewleta Tirk li herêma di navbera gundên Esediye û El-Niwêhat yên navçeya Zirganê, jiyana xwe ji dest dabû.

Nivîsgeha Bêbandorkirina Mayînan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê hejmareke telefonê diyar bikin da ku şênî li ser xeteriyên girêdayî mayînan, bermahiyên şer, mayînên erdê û hwd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wan agahdar bikin.

Nivîsgehê diyar kir ku ew yek ji bo van 3 armancên sereke ye:

1-Peydakirina xaleke hevbeş ji bo civakê ji bo agahdarkirina li ser metirsiyên girêdayî mayînan û hişyarkirina gel li ser hebûna mayînan.

2-Avakirina mekanîzmeyeke navendî û mayînde ku ji aliyê hikumeta herêmî ve tê birêvebirin, ji bo yekkirin û şopandina xetên peywendiyê.

3- Komkirina belgeyên li ser mayînan ji bo agahdarkirina Nivîsgeha Bêbandorkirina a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser planên girêdayî mayînan û bandora wê. Ew belge di nav xwe de van dihewînin (hejmarên telefonên rewşên awarte jib bo her herêmekê, cureyan mayîna ku li ser agahdarî hatî kirin, hejmara raporên ji bo aliyên peywendîdar hatine pêşkêşkirin û hwd).

Nivîsgehê da zanîn ku armanc ji diyarkirina hejmarên telefonê ew e ku têkiliyên civakê û tedbîrên girêdayî mayînan bên xurtkirin, destwerdan li  tedbîrên girêdayî mayînan bê kirin û bidawîkirina gef û astengiyên girêdayî mayînan û bermahiyên şer.

Hejmara telefonê wiha ye:

0934679126

(şx)

ANHA