Piştî Sûriyê li Iraqê aloziya avê… sedem jî Tirkiye û Îran in

Bi nêzîkbûna havînê re û li gel ku dewleta Tirk û Îranê ava çemên ji xaka wan ber bi Iraqê ve diherikin, qut kirin, aloziya avê derket û ew jî nîşaneya rûdana karesatekê ye. 

Piştî Sûriyê li Iraqê aloziya avê… sedem jî Tirkiye û Îran in
17 gulan, 2021   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê parlamentoya Iraqê Ebûd El-Îsawî banga avakirina mecliseke bilind a avê ji bo çareserkirina "pirsgirêka hesas û girêk" da û her wiha da ku hêzên siyasî yên ku têkiliyên wan bi Tehran û Enqereyê re hene, teşwîq bike ku rê li pêşiya vê pirsgirêkê bigirin.

El-Îsawî ji kanala Sûmeriye re axivî û got: “Dosyaya avê têkildarî ewlehiya neteweyî, aborî û jiyana welatiyan e. Ji dosyayên girêk e ku hikumetên berê û heta ya niha jî çareser nekiriye. Ji ber wê jî berpirs in.”

Wezîrê çavkaniyên avê yê Iraqê Mihdî El-Hemdanî gotibû kêmbarîna baranê bandor li asta çemên Firat û Dîcleyê kir ku li gorî sala borî ji sedî 50 kêm bûye. Ne tenê rûdanên xwezayî dibin sedem ku av li Iraqê kêm bibe, lê belê ji ber ku dewleta Tirk û Îran çemên ku ji nava axa wan diherikin, heta asteke mezin bi kar tînin, ev pirsgirêk sal bi sal aloztir dibe.

Dewleta Tirk miqdarên mezin ên ava çemê Firatê li ser Sûriyê qut kiribû. Di 3 mehên dawîn de rêjeya herikîna ava çemê Firatê tenê 200 metrekab di her saniyekê de ye.

Ruxmî ku li gorî lihevkirinên sêalî yên di navbera Tirkiye, Iraq û Sûriyê de yên sala 1987`an, divê para Sûriyê ji avê 500 metrekab di her saniyekê de be û ya Iraqê bi rêjeya ji sedî 60 e.

Li gel berdewamkirina vê rewşê, Sûriye û Iraq bi rûdana keresateke rastîn re rû bi rû mane.

(şx)