Şêniyên Minbicê li dijî sûcên dagirkeriya Tirk helwest nîşan da

Şêniyên Minbicê piştrast kir ku dewleta Tirk hewl dide ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û derbeyekî li projeya Rêveberiya Xweser bixe.

Şêniyên Minbicê li dijî sûcên dagirkeriya Tirk helwest nîşan da
16 gulan, 2021   01:50
MINBIC

Sûc û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in. Dewleta Tirk bi van sûcan armanc dike vîna gelên azad têk bibe.

/kr/uploads/files/2021/05/15/180515_-.webp

Têkildarî mijarê, Ibtîsam Ebdulqadir ji ajansa me re diyar kir ku dewleta Tirk siyasetên hov û sûcan li herêmê didomîne. Ibtîsam anî ziman ku rêbazên şerê taybet di qutkirina ava Firatê ji ser Sûriyê de diyar in.

Ibtîsam Ebdulqadir destnîşan kir ku gelê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên xwe jiyanek ewle didomîne, lê belê dewleta Tirk hewl dide ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi van rêbaz û sûcan têk bibe û armancên xwe ji qutkirina ava Firatê heye.

Ibtîsam got ev kiryarên dewleta Tirk ne nû ne û divê li hember van rêbazan li ber xwe bidin û gelê Sûriyê û bi taybet gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedaneke dîrokî li hember van sûcan nîşan didin.

Ibtîsam da dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi navê jinên Minbicê em van sûcên ku dewleta Tirk wek qutkirina ava Firatê şermezar dikin. Her wiha ji ber ku bêdengiyeke navneteweyî li ser van sûcan heye, em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin û zext lidewleta Tirk bike ku ava Firatê berde.”

/kr/uploads/files/2021/05/15/180529_-.webp

Di heman çarçoveyê de, Ehmed El-Cemîlî diyar kir ku ji şerên herî hov ku dewleta Tirk li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne, şerê avê ye bandorê li jiyanê dike.

El-Cemîlî anî ziman ku armanca dewleta Tirk ji qutkirina avê ew e ku projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

/kr/uploads/files/2021/05/15/180541_-.webp

Nora El-Hamid jî wiha got: “Qutkirina avê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dê bi xwe re karesetekê bîne, ji ber ku av bingeha jiyanê ye.”

Nora wiha domand: "Em wek şêniyên Minbicê bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin ku para Sûriyê ji avê berde.”

)dm)

ANHA