Panorama hefteyê: Muxalefeta Tirkiyê xwe amade dike ku li dijî Erdogan bisekine

Di raporan de hate gotin muxalefeta Tirkiyê hevalbendiyên xwe berfireh dike da ku li hember Erdogan di hilbijartinên bê de derkeve, ew jî ji AKP’ê re metirsîdarî ye, li aliyekî din jî Îranê ragihand ku dê Îran bi Iraq, Sûryê û Deryaya Spî ve girê bide, bi wê re jî dê guhartineke mezin li herêmê çêke.

Panorama hefteyê: Muxalefeta Tirkiyê xwe amade dike ku li dijî Erdogan bisekine
16 gulan, 2021   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa rewşa Tirkiyê ya hundirîn, tevgerên Îranê li herêmê û rageşiya li Filistînê kir.

‘MUXALEFETA TIRKIYÊ HEVALBENDIYA XWE BERFIREH DIKE DA KU LI HEMBER ERDOGAN DERKEVE’

Girêdayî rewşa Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Seroka Partiya Iyi a Tirkiyê Meral Akşener got lihevkirin di navbera partiyan de ku nû ji AKP`ê veqetiyane, heye da ku wan tev li hevalbendiya xwe di hilbijrtinn 2023`yan de bikin. Li gorî çavdêran ku ev yek pêngava stratejîk a serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li ser esasê parçekirina muxalefetê têk dibe.

Bi vê yekê îşaret bi anketên dawîn kir ku AKP`ê ji destpêka damezirandina xwe ve desteka herî kêm digire. Meral Akşner jî wih got: "AKP ji sedî 25`an bi dest dixe. Ev jî bi MHP`ê re ku ji sedî nêzî 42`yan bi dest dixe. Ji aliyekî din ve ‘hevalbendiya gel’ mezin dibe.”

 ‘RÛHANÎ SOZA GIRÊDANA ÎRANÊ BI IRAQ, SÛRIYE Û DERYAYA SPÎ VE DA’

Têkildarî tevgerên Îranê li Sûriyê û herêmê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî got girêdana xeta trênê di navbera bajarê Şelemçe yê Îranê û bajarê Besra yê Iraqê de, projeyeke pir girîng e û dê her du welatan bi Sûriyê û herêma Deryaya Spî ve girê bide. Rûhanî got proje dê guhertineke mezin li herêmê pêk bîne.

Rûhanî destnîşan kir ku bajarên Ebdan, Şelemçe û Xermeşher li herêmeke stratejîk a girîng dikevin û hêvî kir ku bi rêya peymana bi Iraqê re ya li têkildarî girêdana xeta trênê di navbera bajarên Şelmece û Besrayê de, proje guhertineke mezin li herêmê çêke.

Çavkaniyan destnîşan kir ku avakirina xeta trênê ji Îranê heta Deryaya Spî di çarçoveya bendên muzakereya lihevkirinê ya vê dawiyê di navbera Çîn û Îranê de pêk tê.”

NÎŞANEYÊN GURBÛNA ŞERÊ LI FILISTÎNÊ

Rojnameya El-Beyan jî li ser rewşa Filistînê wiha nivîsî: “Rêzepêşketinên di navbera filistîniyan û Îsraîlê de nîşan didin ku dema pêş dê şer gurtir û tundtir be, heke hewldanên aramkirina rewşê yên navneteweyî bi awayekî cidî û lez pêk neyên.

Di 24 saetên dawîn de, ji Xezayê li dijî hin armancên li Îsraîlê moşek hatin avêtin. Wekî bersivdayîn jî Îsraîlê êrişî hin cihên li Filistînê kir û di encamê de bi dehan kes bûn qurbanî. Ev pêşketin nîşan dide ku dibe şer dewam bike û belavî herêmî din bibe. Hin analîzvan destnîşan dikin ku ne ji berjewendiya filistîniyan e ku şer ji Qudsê belavî Xezayê bibe.”