Rojnamevan Evran: Ev êrişên dawî ne, têkçûna Erdogan li ber derî ye

Rojnameger Seyît Evran êrişên dagirkirinê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê wek destpêka pêvajoyeke nû bi nav kir û got "Kurd dê bibin xwedî destkeftiyên mezin. Ev şerê dawîn yê Erdogan e.”

Rojnamevan Evran: Ev êrişên dawî ne, têkçûna Erdogan li ber derî ye
16 gulan, 2021   03:00
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Piştî têkçûna dagirkeriya Tirk a li Garê a di encama şerê 4 rojan de, dewleta Tirk a dagirker 23'yê Nîsanê di salvegera 106'an a Komkujiya Ermenan de, li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êrişên nû dan destpêkirin.

Yekemîn operasyona dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi navê `Operasyona Şopandina Germ` 25 Gulana sala 1983`an pek hat. Piştî wê gelek operasyonên dersînor wekî `Operasyona Melkes`, `Operasyona Pol`, `Operasyona Başok`, `Operasyona Teb`, `Operasyona Çakûç`, `Operayona Berbang`,  `Operasyona Mûrat`, `Operasyona Roj`, `Operayona Bîryardarî`,  `Operasyona nabrok` pêk hatin.

Ev 38 sal e ev hemû operasyonên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker bi erêkirina hêzên cîhanî pêk tên. Êrişa dawîn jî piştî hevdîtina Erdogan a bi Biden re pêk hat.

Dewleta dagirker tevî ku hemû teknîka xwe ya pêşketî bi kar tîne jî bi ser neket û windahiyên mezin dide. Li gorî bîlançoya şer a 10 rojan (23 Nîsan-3 Gulan) di 116 çalakiyên hêzên gerîla de 147 leşker hatine kuştin, 6 helîkopter û 2 dron hatin derbkirin û bi dehan mewzî hatin rûxandin. Daxuyaniyên HPG'ê yên li ser berxwedana gerîla eşkere dikin ku ev bîlanço her roj zêdetir dibe.

Derbarî êrişên ku di roja xwe ya 24`an de ye gelek aliyan jî daxuyanî dan. Serokwezîrê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe ya derbarê êrişan de ev rewş wek "pirsgirêkek di navbera PKK û Tirkiyê de" bi nav kir û tevî êrişên dagirkeriyê Barzanî anî ziman ku hîna jî dixwazin bi dewleta Tirk re têkiliyên bazirganî û aborî bi pêş bixin.

Me li ser konsepta êrişan, pêşketinên gengaz, daxuyaniyên rayedarên Tirk û rewşa dawî ya herêmê bi rojnamevan Seyît Evran re ku herêmê ji nêz ve dişopîne re, hevpeyvîn kir.

Di 23’yê Nîsanê de piştî têkçûna dewleta Tirk li Garê, dewleta Tirk dest bi hewldana dagirkirina Başûrê Kurdistanê kir. Tu armanca van êrişan û rewşa dawî li herêmê bi kurtayî çawa dinirxînî?

Niha her kes têkçûna dewleta Tirk a dagirker li Garê tîne ser ziman. Bendewariyên AKP/MHP'ê hebû ku vê têkçûnê veguherîne serkeftineke derewîn. AKP/MHP ger ev binkeftin ango têkçûn qebûl bikira ev dihat wateyaqebûlkirina hilweşandina wan. Ji ber wê êrişî hin cihan kir ku di serî de hewl da tola xwe ji HDP'ê hildin.  Xwest fikrekî ku yên dîktatoriya AKP/MHP binxistin ne gerîla bûn siyasetmenderên legal bûn biafirênin.

Armanca vê operasyona dagirkirinê ew e ku têkçûna xwe bi serkeftineke derewîn berevajî bikin. Gelo wê şikestineke duyemîn rû bide? Ji xwe hesabê wê jî kiribûn. Daxuyaniya Hulusî Akar ya ku bi girî dikir tê wê wateyê.  Hulusî Akar ku digot `Herêm cihekî asê ye, leşker nikarin lê bimeşin, teker li hewa dimînin. Di destê wan de fuze, fuzeyên ji dûr ve tên kontrolkirin û hwd hene` û gotinên bi vî rengî nîşan didin ku dixwazin têkçûna xwe ya li dijî gerîlayan bi van tiştên pêkenok re girê bide. Ev operayona afirandina ferasetekê û amadekirina bingeha ji binkeftînê re ye.

Dewleta Tirk bi rastî jî dixwaze şerê xwe li çar parçeyên Kurdistanê belav bike. Di dawiya sala 2017’an de dest bi êrişên dagirkeriyê yên li ser herêma Biradostê kir û navber da. Piştre êrişî Efrînê kir. Piştî dagirkirina Efrînê dîsa êrişî herêma Biradostê kir û piştî demekê di Tebaxa 2019’an de berê xwe da Heftanînê. Piştî navberdayîna êrişên li Heftanînê, berê xwe da Girê Spî û Serêkaniyê. Piştî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê careke din dest bi êrişên li ser Heftanînê kir. Van planên dagirkerî û qirkirinê parçe bi parçe pêk tîne.

Çima bi taybet Başûrê Kurdistanê dike armanc? 

Herêmên Parastinê yên Medyayê qadên azad ên gerîla ne. Armanca wan derbekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Taybet hedefgiritina herêma Zagrosê ye, lê girtina Zagorsê ne wiha ji rêzê ye.  Dergûşa mirovahî û herêma kevana zerîn tê nîşandan. Ji bo Tevgera Azadiyê jî wateya wê wiha ye; gerîla li Botanê dest pê kir, lê li Zagrosan geş bû û belav bû. Ev qadên pêşketina gerîlayên azadiya Kurdistanê ne. Li ser xeta ku Îskender jî nekarî tê re derbas bibe, êriş hene. Dixwazin derbê li cihekî wisa bidin ku di tevahiya dîrokê û têkoşîna azadiya Kurd de girîng e. Ev der bi armanca tunekirina Kurdên azad tê hilbijartin. Çima Başûr? Li ser bingehê piştgirîgirtin û hevkariya ji hin aliyên li Başûr ve, ev der tên armancgirtin.

Êriş li ser Garê, Metîna, Avaşîn û Heftanînê zêde dibin. Girîngiya staratejîk a van deveran çi ye?

Bakur û Başûr li van herêman digihîjin hev. Li vir sînorên ku ji aliyê dagirkeran ve hatine xêzkirin, bê fonksiyon in. Wek mînak herêma ku niha êriş lê tên kirin; ger Mamreşo ku serweriya wê li tevahî Zagrosan heye bê dagirkirin, wê xetên Avaşîn, Basya jî bikevin bin kontrola dagirkeran. Çîroka Mamreşo heye. Di serdema Enfalê de gundê wan gelek caran hate şewitandin û ew koçberî bajêr kirin. Ew pîremêrek ku tev li Enfalê nebûye û li gundê xwe xaniyek çêkiriye. Ji roja destpêkê heta ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, di xizmeta gerîla de bû. Di sala 1995’an de dewleta Tirk mala Mamreşo şewitand, ew ji helîkopterê avêt, qetil kir. Li wir jî welatparêzî û berxwedan heye. Bi van êrişan re dixwazin vê berxwedaniyê jî bikûjin. Girîngiya van herêman ji aliyê dîrokî, stratejîk û siyasî ve heye.

Di daxuyaniyên HPG'ê û li gorî agahiyên ji herêmê ku di êrişên dagirkeran de çeteyên ji Sûriyê jî cih digrin. Di her êrişeke dagirkeriyê de hebûna çeteyan divê çawa bê şîrovekirin?

Dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê çeteyan di niqênê ku her kes vê dibîne û qebûl dike. Gelek hêzên navneteweyî ev çete xistin lîsteya terorê. Lê belê Erdogan van çeteyan bi kar tîne. Dewleta Tirk dema ku ev çete şandin Lîbya û Qerebaxê qiyamet rakirin. Lê dema ku li Kurdistanê ev pêk tê her kes dibe ker û lal.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê û saziyên din, çima şîroveyeke wan tune ye? Em ji televîzyonên Başûr mînakekê bidin; dema çete birin Qerebaxê, hin berpirsyarên wan tev li televizyona xwe kirin û bi wan dan qebûlkirin ku çete li wir hene. Lê dema ku dor tê Başûrê Kurdistanê ew jî ker dibin, ew jî parçeyekî vê planê ne. 450 çete ji Lîbya û Qerebaxê anîn û li wan giran bi cih kirin. Çete ye, ger bimire jî pereyê wan ji talanan, ew pere cezayên qedexêkirina Korona ji gel dibirîn tê dayîn. Heke ew werin kuştin, dê ji malbatên wan re bibêjin ku ew li Lîbyayê yan jî Qerebaxê hatine kuştin. Mîna di salên 1960'î de rejîma Baas a Sûriyê li Sûriyê Kembera Ereban çêkir, niha jî Erdogan dixwaze bi çeteyan re di navbera Bakur û Başûr de kemberekê çêke. Ji bo vê jî divê destpêkê herêmê ji Kurdan paqij bikin. Bi vê armancê gundê Kêste vala kirin. Yên ku vala kirin jî mixabin li ser navê Tirkiyê hêza herêmî ya Başûr e. Ew ê kê bixin wir? Hewl didin kembera çeteyan ava bikin ku ew çete li ser Erdogan mane û ji wan re li cihekî digerin.

Di êrişên dagirkirina Başûrê Kurdistanê de gelek caran çekên kîmyawî hatiye bikaranîn. KCK'ê diyar kir ku li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê çek û gazên kîmyewî hatine bikaranîn. Lê belê heta niha tu bertekeke navneteweyî tune ye. Hûn vê çawa dibînin?

Gerîla wek taktîkeke nû ya şer rêbazên şer qenal avakirine. Ev qenal li dijî sûcên ku dewleta Tirk pêk tînê tedbirêk e. Dewleta Tirk 10 rojan nikarîbû bikeve van qenalan. Cara yekê bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî hêzên gerîla li çiyayê Cûdî dest pê kir. Hat gotin ku ev yek li gelek herêman hatiye kirin, lê heta niha tu saziyeke navneteweyî tiştek nekiriye. Tevî ku daneyên gelek zelal hene jî, lê heya sedema neçûne xwe nabejin. Ji ber ku Kurd ji bo wan tune ne. Divê bê gotin ku şirîkê vî sûcî ne tenê hikumeta Erdogan-Bahçelî ye, hêzên navneteweyî jî hevkarên wan in. Heman sûc li Helepçe jî hatiye kirin. Bikaranîna çekên kîmyewî li Helepçeyê heta niha nehatiye eşkerakirin û li gorî hiqûqa navneteweyî qirkirna Kurdan nehatiye dîtin. Sûcê ku li Helepçê hatiye kirin re heman e. Bikaranîna çekên kîmyewî dema ku mesele Kurd be ji bo hêzên navneteweyî ne pirsgirêk e.

Li dijî êrişan helwesta gel çawa bû?  Di êrişan de rola hikumeta Başûr çi ye?

Gelê Başûr dît ku ev êriş hemû destkeftiyên Kurdistanê dikin armanc û li gorî vê yekê helwesta xwe digire. Ji ber vê yekê li Başûr li dijî dagirkeriyê helwest heye. Gelê Başûr bi hev re li dijî van êrişên dagirkeriyê li ber xwe didin û dixwazin destkeftiyan biparêzin. Hin hêz ji van bangewaziyan gûhê xwe girtine. Ji ber ku ew tenê pêşeroja xwe di van êrişên dagirkirinê de dibînin. Ya ku ji bo wan girîng e ne destkeftiyên Kurdan in, berjewendiyên wan in. Dewleta Tirk aşkere dibêje `Bi sparta wan li li Başîka me, wan min bir wir`. Hikûmeta Iraq`ê ev kir pirsgirêk. Wê jê derbiketa lê gotin ku di navbera aliyan de peyman çêbûye. Niha jî gelo peymanek wiha heye?  Ne giştî bê jî bi hineka re heye. Di aliyê rêvebirinê de ev demên dawîn AKP taqlît dikin.

Erdogan car caran li Amerîkayê rehet xuya dike, lê li pişt perdeyan ew jî xulam e û bi rêya wê hewl dide siyasetekê bi pêş ve bibe. Hikumeta Başûr jî niha hewl dide ku bi hêzên navneteweyî re şerê devkî bike û siyasetekê bide meşandin. Li Behdînanê hin rojnameger û aktîvîst girtin ku wan wek ajanên Alman sûcdar dikin. Sefaretxaneya Bilind a Almanyayê, Yekitiya Ewropayê li dijî vê yekê daxuyanî dan. Bi temamî wekî AKP dibin. Gelê Kurdistanê wê destûrê nede.  Eger dewleta Tirk li Başûr bi ser bikeve, wê tiştekî bi navê statuya Başûr nemîne. KDP ew cihên ku beriya 30 salan Iraq jê hatibû derxistin hewl dide Iraqê dîsa lê vegerînê. Ji vir jî di navbera Iraq û Tirkiyê de lihevkirin derdikevê. Ev tiştên wiha nakeve xizmeta deskeftiyên gelê Kurd.

Ewropî dibêjin Mesrûr Barzanî hikumet veguherandiye îdareya polîsan. Van demên dawîn li dijî Mesrûr Barzanî bertekeke cidî heye. Bi rastî jî dişibe Erdogan. Xuya ye dê rêveberiya heyî gelekî dirêj neke. Li Iraqê jî yekpareryek tine ye. Serokwezîrê iraq`ê  Şîa ye, beşên Şîa yên Iraqê van êrişên dagirkeriyê qebûl nakin. Ji bilî nakokiyên xwe yên dîrokî yên bi dewleta Tirk re, têkilî û peymanên xwe hene. Erdogan bê ku hiqûqa navneteweyî, hevsengiyên li gorî xwe çekiriye dixwaze wekî firsendek bi kar bîne. Bi qutkirina avê re gefan dixwe, tawîzan digire, Iraq jî hewl dide wê veguhere tawîzek din.

Beriya êrişan Amerîka bi hikumeta Başûr û dewleta Tirk a dagirker re dan û standin kirin. Kontrola qada hewayî di destê Amerîka de ye. Di van êrişan de mîsyona Amerîka û Pentagon tu çawa dinirxînê?

Êrişên dagirkeriyê di 23'yê Nîsanê de piştî peywendiya bi telefonê ya bi Biden û Erdogan pêk hat ku Erdogan bi mehan li bendê bû destpê kir. Erdogan fêm kiribû ku wê Biden Komkujiya Ermenan nas bike. Beramberî wê pey erêkirina operasyonê ket. Di pêvajoyeke wiha de şandeyek taybet çû Hewlêrê û bi Mesrûr, Mesûd û Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin, naveroka hevdîtinê nehate eşkerekirin.

Tirkiye xwe di nava Koalîsyona Navneteweyî de dibîne. Tirkiye li hemû Kurdistanê li ser navê koalîsyonê qada xwe ya hewayî bi kar tîne, êrişan pêk tîne û ev jî bi erêkirina Amerîkayê ye. Êrişên li hemberî tevgera azadiyê ya Kurd hemû di bin vê sîwanê de ne. Çûkek jî bêyî erêkirina DYA'yê li qada hewayî nafire. Piştî ku biryara perêdayîna serê 3 pêşengên PKK hat nûkirin, ev êriş destpê kir.

Gelek nirxandin hene ku êrişên dagirkeriyê berhema konsepteke berfireh e ku ne tenê bi Başûrê Kurdistanê re sînordar e. Planên li ser Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ne?

Planên dagirkeriyê, bi armanca veqetandina herêman ji hev in. Dema ku Girê Spî ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin, dewleta Tirk zêdetir dijminahiya Rojava kir. Bi rizgariyê re korîdor hat girtin. Ya ku dixwazin li Başûr bikin jî, ev e. Dema tu ji Rojava derdikevî, heya Zagrosan ji herêma çiyayî diçî û dema Zagros diqedin jî Rojhilat tê. Ev xet bi hev ve girêdayî ye û dema bê qutkirin, dê bandorê li Rojava jî bike. Di Şengalê de rewş bi heman awayî ye. Dema Rojava di bin dorpêçê de tê girtin, Şengal jî dorpêçkirî dibe. Planeke ku di pêşerojê de pêk bê, dê bandorê li Iraqê jî bike. Di dema pêş de dê bixwaze van êrişên dagirkeriyê bi rêya Mûsilê heta Şengalê dirêj bike. Bi awayekî fermî xwestin li Telafer û Mûsilê baregehan ava bikin da ku destwerdana Şengalê bikin. Hulusî Akar di hevdîtinên xwe yên Iraqê de ev daxwaz kiribû û  Iraqê jî ev yek red nekir. Ji ber dewleta Tirk dema mayîndebûne aşkere nekiribû li hev nekirin. Beşîka wekî navendekî destdigrin û li derdora wê rexistin dikin. Ev planên demdirêj in û perçe perçe pêk tînin.

Dema ku serkeftina li Garê vê carê jî pêk were, dê bandoreke çawa çêke?

Têşikîna wan li ber dêrî ye. Bi vê têkçûnê re tu deshiladarî bi navê Erdogan-Bahçelî namîne. Kurd dê destkeftiyên mezin bi dest bixin. Ev şerê dawîn ê dewleta Tirk e. Li cem Yahûdîyan şerê dawîn Armegeddon e. Vî şerî wekî şerê dawîn yê serdestî ya cîhanê pênase dikin.  

Ev jî şerê dawîn ê Erdogan e. Dervê vê tiştek tine ye. Heke di vî şerî de têk biçin, ku têkçûna wan a li Garê li ber çavan e, dê têkçûna wan zûtir bibe. Di salên pêş de dê tenê bêjin yekî wiha hebû û wiha jî têkçû. Li gorî min wê ev bibe bibe destpêka pêvajoyeke din.

ANHA