Ji başûrê Lubnanê moşek avêtin Îsraîlê

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji başûrê Lubnanê çend moşek li Îsraîlê ketin, her wiha diyar kir ku topbarana li dijî Xezayê bi dijwarî didome.

Ji başûrê Lubnanê moşek avêtin Îsraîlê
13 gulan, 2021   19:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adrai bi rêya Twittera xwe got, "Sê moşek ji hundirê Lubnanê ber bi deryaya li peravên Celîlê ve hatin dîtin." Her wiha got, "hişyarî li gorî siyaseta hatî sazkirin ne çalak bû."

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku di topbaranê de tu kes birîndar nebûye.