​​​​​​​Çavkaniyên dîplomatîk: Martin Griffiths dê îstîfa bike

Hin dîplomatan eşkere kir ku nûnerê NY`yê yê Yemenê Martin Griffiths piştî ku nikaribû aloziya Yemenê çareser bike, dê di demeke nêz de ji peywira xwe îstîfa bike.

​​​​​​​Çavkaniyên dîplomatîk: Martin Griffiths dê îstîfa bike
12 gulan, 2021   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP'ê, Martin Griffiths ku ji Nîsanê ve ji erka cîgirê sekreterê giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re hatiye hilbijartin dê di demek nêz de ji peywira xwe ya nûnertiya NY`yê ya Yemenê îstîfa bike.

Di demên dawîn de komên Hûsiyan hevdîtinên bi Griffiths re red kiribû. Bi wê yekê li ser berdewamkirina Griffiths di peywirê de guman çêbûbûn.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê roja înê helwesta Hûsiyan şermezar kiribû.

Her wiha îhtîmal heye ku Griffiths erka cîgiriya sekreterê giştî yê kar û barên mirovî ya NY`yê bigire.

(dm)