MSD û Partiya Îradeya Gel ji bo pêkanîna armancên muzakereya lihevkirinê civiyan

Şandeyên MSD û Partiya Îradeya Gel duh di çarçoveya xebatên hevbeş ên her du aliyan de ku di 31`ê Tebaxa 2020`an de bi îmzekirina muzakereya lihevkirinê bi encamp bûbûn, civiyan.

MSD û Partiya Îradeya Gel ji bo pêkanîna armancên muzakereya lihevkirinê civiyan
12 gulan, 2021   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

MSD`ê îro li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku şandeya wan a bi serokatiya seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed û şandeya Partiya Îradeya Gel bi serokatiya sekreterê partiyê Qedrî Cemîl, li hev civiyane.

Di civînê de geşedanên rewşa siyasî yên li ser asta navneteweyî û herêmî û bi taybetî rewşa hundirîn hatin nîqaşkirin ku di demên dawîn de girêdayî berdewamkirina nebeşdariya hin hêzên nîştimanî ji xebatên siyasî re, li gel astengkirina çareseriya siyasî ji aliyê rejîmê û opozîsyonê ve û mayîndekirina cudakirina rewşa li ser erdê ya bi rêya hin tedbîr û pêşniyarên sînordar.

Her wiha rewşa muxalefeta Sûriyê hate nîqaşkirin û hate gotin ku piraniya rewşên li welêt pêwîstiya wan bi xebatên xurt heye ku hêzên muxalefeta rast, nîştimanî û demokratîk kom bike û wan ber bi kongreya nîştimanî ya giştî ve li gorî biryara 2254`an ve bibe.

Her du aliyan li ser berdewamkirin û xutkirina peywendiyan li hev kir, ji bo pêkanîna armancên muzakereya lihevkirinê ya ku di navbera wan de pêk hatiye û berfirehkirina çarçoveya xebatên wan ên hevbeş.

Di 31`ê Tebaxa 2020`an de ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li paytexta Rûsyayê Moskovê, MSD`ê û Partiya Îradeya Gel muzakereya lihevkirinê îmze kiribû.

Muzakereya lihevkirinê li ser 5 xalên sereke bû ku ew jî wiha ne:

1. Sûriyeya nû, di aliyê xakê û gel de yekbûyî ye. Ew dewleteke demokratîke welatîbûna wekhev û edaleta civakî pêk tîne û bi hemû pêkhateyên xwe yên Ereb, Kurd, Suryan, Asûr, Turkmen, Ermen û Çerkes serfiraz e. Her wiha pirrengiya nasnameyan wekî faktora xutkirina yekitiya xwe û tevna xwe ya civakî dibîne. Destûra wê ya demokratîk jî şêwazekî pêşketî ji bo têkiliyên di navbera ne navendiyê de pêk tîne, ku tê de gel desthilata yekser a gel li herêman misoger dike, sîstema xwetêrkirinê pêk tîne, berhemên binerdê bi awayekî adil li seranserê welêt belav dike, tenê di kar û barên sereke (karên derve, parastin, aborî) de navendî ye.

2. Çareseriya siyasî yekane rêya bidawîkirina aloziya Sûriyê ye. Ew çareserî xwe dispêre serweriya gel bi hemû pêkaheyan ve û mafên gel ê diyarkirina çarenûsa xwe bi xwe, bi rêya diyalogê. Di vê çarçovyeê de her du alî hem piştgiriyê didin hem jî li ser pêkhanîna biryara 2254 kar dikin, di nav de pêkanîna peymana Cinêvê, beşdarkirina paltformên opozîsyonê û Meclisa Sûriya Demokratîk di nav de ji xebatên siyasî yên Sûriyê re. Ji ber ku ev biryar amûra rizgarkirina mafê gelê Sûriyê yê vegerandina serweriya Sûriyê ye, bidawîkirina hemû cezayan û hemû rengên dorpêça li ser gelê Sûriyê û bikaranîna alîkariyên mirovî ji bo armancên siyasî, bidawîkirina dagirkeriyê û hemû rengên destwerdana derve û heta derxistina hemû hêzên biyanî ji xaka Sûriyê.

3. Dewleta welatîbûnê ya wekhev a ku tê hêvîkirin li Sûriyê, teqeziyê bi pirrengiya civaka Sûriyê û dîtina çareseriyeke demokratîk a adil ji doza kurdî li Sûriyê re li gorî peyman û rêgezên navneteweyî û pejirandina mafên wan di destûrê de, mafên neteweyî yên Suryan, Asûr û hemû pêkhateyên Sûriyê ya di çavçoveya yekiriya Sûriyê û serweriya wê ya herêmî de, dike.

4. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîstiyeke objektîf e û pêdiviyeke civakî ye girêdayî mercên welêt û pêwîstiyên herêmê ye ku di encama aloziya heyî de derketiye. Girîng e ku di aliyê erênî û neyînî de sûd ji tecrûbeya Rêveberiya Xweser bê girtin, wekî rengekî ji rengên desthilata gel li heêman. Divê li sera seta nîştimanî ya giştî, di çarçoveya lihevkirina di navbera gelê Sûriyê de û li gorî xurtkirina yekitiya xaka Sûriyê û serweriya dewletê û sîstema wê ya rêveberiyê ya gitşî, bê pêşxistin.

5. Artêşa Sûriyê saziya nîştimanî ya giştî ya girêdayî rakirina çekê ye û nakeve nava karên siyasî. Hêzên Sûriya Demokratîk ku bi rengekî cidî di şerê li dijî terorê de rol lîst û hîna jî hewl dide jiyana hevbeş mayînde bike, divê li gorî form û mekanîzmayên ku li ser bê lihevkirin, tev li vê saziyê bibe.

(bx, cx)

ANHA