Amadekariyên jinan ên cejnê û hêviyên vegerê yên koçberan

Wekî her sal, amadekariyên cejnê dest pê dikin. Jinên koçber jî bi hêviya rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegera li warê xwe, cejnê pêşwazî dikin.

Amadekariyên jinan ên cejnê û hêviyên vegerê yên koçberan
12 gulan, 2021   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Cejna Remezanê îsal li gel şert û mercên dijwar, bihabûna nirxên madeyan û êrişên rojane li dijî gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî, tê pêşwazîkirin.

Tevî wê yekê jî, malbat û bi taybet jin xwe ji bo pêşwazîkirina cejnê amade kirin. Her wiha çêkirina şêraniyên cejnê wekî kulîçe, xurêbe û berazî ji kevneşopên cejnê yên herî berbelav in û xwedî girîngiyeke mezin in.

Jinên bi cîranên xwe re kom dibin û di amadekirina şêraniyan de alîkariya hev dikin. Her yek ji wan karekî dike.

Der barê amadekariyên cejnê de, Roşîn Silêman a ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kir ku wan gelek cureyên şêraniyan li malê amade kirine, ji ber ku şêraniya malan ji yên sûkê paqijtir û erzantir in.

Solîn Ehmed xwedî dikaneke cilan e, wiha dibêje: "Di rojên dawîn ên Remezanê de li sûkên taxê liv û tevgereke zêde heye.” Solîn hêvî kir ku rewşa aborî wek berê vegere.

LI KAMPAN JÎ AMADEKARIYÊN CEJNÊ TÊN KIRIN

Li kantona Şehbayê, tevî êrişên rojane yên dagirkeriya Tirk jî jinên efrînî yên koçber li kampan cejna Remezanê pêşwazî dikin. Hejmareke jinan di bin konekî de kom dibin û dest bi amadekariyan dikin.

Hêza Birîmo yek ji koçberên Efrînê ye û li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê bi cih bûye, wiha dibêje: “Piştî dagikirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve em bi darê zorê ji malên xwe derketin. Lê berxwedana me berdewam e.”

Hêza diyar kir ku jinên Efrînê yên li kampê di çêkirina şêraniyên cejnê de alîkariya hev dikin û di civatên xwe de behsa Efrînê û çanda wê dikin.

HÊVIYÊN CEJNÊ

Hêviyên jinan di cejnê de, rizgarkirina bajarê wan ji dagirkeriyê ye û vegera li warê xwe ye.

Jinên ji herêmên dagirkirî hatine koçberkirin û ên li bajarê Reqayê dimînin jî, hêviyên xwe yên îsal anîn ziman. 

Welatiyê bi navê Eyşe Mihemed ku ji gundê Basûtê yê kantona Efrînê ye û bi zorê hatiye koçberkirin û li Reqayê dimîne. Eyşe dibêje: “Çar sal berê em ji axa xwe koçber bûn û em li gelek herêman bi cih bûn. Lê bi hêza zarokên xwe em ê Efrînê rizgar bikin û cejna me dê bibe cejna rizgarkirina tevahî bajarên me.”

Welatiyê bi navê Guzel Osman a ji bajarê Serêkaniyê koçber bûye û ew jî li Reqayê dimîne, wiha dibêje: "Bi hatina cejna Remezanê re em berxwedana şervanên xwe li eniyên şer silav dikin. Di vê cejnê de jî em welatê xwe dixwazin, tenê em dixwazin li ser axa xwe cejna xwe pîroz bikin."

Gelê Sûriyê û koçberên li kampan hêvî dikin ku cejnan li ser axa xw pîroz bikin. Koçbera bi navê Şemse Ebdo ya ji gundê Yabisê yê bajarê Girê Spî jî got: "Em cejna Remezanê li tevahî gelan û xizmên xwe pîroz dikin."

(dm-dx)

ANHA