Rêveberiya Xweser rojên betlaneyê yên cejnê diyar kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Remezanê li tevahî civaka îslamî û gelê Sûriyê pîroz kir û rojên betlaneya fermî yên cejnê diyar kirin.

Rêveberiya Xweser rojên betlaneyê yên cejnê diyar kirin
12 gulan, 2021   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya cejna Remezanê peyama pîrozbahiyê weşand.

Peyama pîrozbahiyê wiha ye: "Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyên xwe ji bo cîhana îslamî bi giştî û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê radigihîne. Em cejna tevahî malbatên şehîdên xwe yên sembola fedakariyê pîroz dikin û hêvî dikin ku gelê me li Sûriyê dê di ewlehî, aramî û aştiyê de cejna Remezanê pîroz bike.”

Di heman çarçoveyê de, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkildarî betlaneya fermî ya cejnê biryarnameyek derxist.

Biryarname wiha ye:

"1- Hemû daîre û saziyên fermî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê ji roja pêncşemê 13'ê Gulana 2021'an heta 3 rojan bikin betlane, ji bilî saziyên ku tê xwestin li ser kar bin.

2- Divê hemû alî vê biryarnameyê pêk bînin.”

 (dx)

ANHA