74 rêxistinên cîhanê hemleya ‘Êdî bes e ji qirkirina jinan re’ ragihand

74 rêxistinên jinan û bi sedan jinên ji seranserê cîhanê ji bo têkoşîna li dijî sûcên kuştina jinan û rawestandina qirkirina li dijî jinan, hemleya “Êdî bes e ji qirkirina jinan re” ragihand.

74 rêxistinên cîhanê hemleya ‘Êdî bes e ji qirkirina jinan re’ ragihand
12 gulan, 2021   08:58
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hin jin û rêxistinên wan hemle di 10`ê Gulanê de ragihandibû û di ragihandina hemleyê de hatibû gotin: “Em ji bo avakirina jiyanê xwe ava bikin, êdî bes e ji qirkirina jinan re.”

Her wiha hate gotin ku hemû operasyonên qirkirina jinan siyasî ne û encama desthilatdarî û hegemonyaya sîstema baviksalar a ji beriya 5 hezar salan ve ne û wiha dewam kir: “Ji wê demê ve û heta niha, hevbendiya ol, dewlet û artêşê hegemonyayê li ser erd, gel û jinan ferz dike.”

Li ser armancên hemleyê jî wiha hate gotin: “Em ê hemleya têkoşîna li dijî sûcên kuştina jinan, xurt bikin. Ev yek bi rêya xurtkirina têkiliyên xwişk û biratiyê û hevgirtina di navbera rêxistinan de, xurtkirina bawerî û nêzîkatiyên di navbera jinan de pêkan e. Wekî bingeheke sereke, têkoşîna li dijî kuştina jinên pêşeng mafê me hemûyan e. Divê pîvana me; jiyan, edalet û têkoşîna ji bo azadiya me be.”

(cx)