Li Xezayê şer bi dijwarî berdewam e

Artêşa Îsraîlê vê sibehê navendên hikumetê û baregehên Hemas û komên Filistînê yên li Xezayê bi dijwarî bombebaran kirin.

Li Xezayê şer bi dijwarî berdewam e
12 gulan, 2021   08:32
XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê rêzeêrişên dijwar pêk anîn û navendên hikumetê û malên fermandarên Hemasê rûxandin. Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Xezayê Iyad El-Bizim got balafirên Îsraîlê navenda polîsan a Xezayê rûxand.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî ferman ji rêveberiya siyasî stand ku opresyonên xwe bidomîne, derdora 500 baregeh kirin hedef û bi dehan endamên koman li Xezayê qetil kirin. Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz anî ziman ku 5 hezar leşkerên yedek xwestin da ku desteka opresyonê bikin.

Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê eşkere kir ku 35 filistînî, ji nav wan 12 zarok û 3 jin di encama êrişên Îsraîlê de hatin kuştin û 233 kes jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku zêdetirî hezar moşekan ji Xezayê ve hatin avêtin û gihaştin Tel Evîv û Bir El-Sebî.

Li gorî raporên çapemeniyê yên îsraîlî, 5 îsraîlî di êrişên bi moşekan de hatine kuştin û derdora 30 kesî jî birîndar bûne.

Hate zanîn ku  Îsraîlê pêşniyara NY`yê ya rawestîna şer red kiriye.

(dm)