Zerîf dê li Şamê bûyerên li herêmê nîqaş bike

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro dê serdana paytexta Sûriyê Şamê bike û rewşa herêmê û aloziya Filistînê nîqaş bike.

Zerîf dê li Şamê bûyerên li herêmê nîqaş bike
12 gulan, 2021   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve yê Îranê di daxuyaniyekê de diyar kir ku Zerîf dê bi rayedarên payebilind ên Şamê û fermandarên komên ku li Sûriyê dimînin re bicive da ku pêşketinên dawîn nîqaş bike.

Di demekê de ku dan û standinên Îran û Erebistana Siûdî dest pê kirin û agahiyên li ser dan û standinên Şam û Riyadê hatin belavkirin, Zerîf serdana Şamê dike.

(dx)