Komîteya Rewşa Lezgîn a ji bo Rojava nameyek ji Blinken re şand

Komîteya Rewşa Lezgîn a ji bo Rojava nameyek ji wezîrê karên derve yê DYA'yê Blinken re şand û tê de xwest ku xelata ji bo girtina pêşengên PKK'ê Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Murat Karayilan hatiye danîn, bê betalkirin.

Komîteya Rewşa Lezgîn a ji bo Rojava nameyek ji Blinken re şand
12 gulan, 2021   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN 

Seroka komîteyê Meredith Tax, sekretera giştî Debbie Bookchin û dîrektora îdarî Ozlem Gonder name ji wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken re şand. Di nameyê de ji rêveberiya Biden hate xwestin ku siyaseta durû ya serokê berê yê DYA'yê Donald Trump a li dijî Kurdan biterikîne.

Di nameyê de gotinên serokê DYA'yê Biden ên civîna çapemeniyê ya 4'ê Sibatê hate bibîrxistin, ku Biden gotibû polîtîkaya derve ya DYA'yê wê li ser bingeha mafên mirovan bê rûniştandin û hate ragihandin, nûkirina biryara li dijî lîderên PKK'ê Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Murat Karayilan, ji bo sûîqestê rê dide dewleta Tirk.

Di nameyê de hate destnîşankirin ku stratejiya AKP'ê li dijî berjewendiyên DYA'yê ye, lewma divê bê terikandin.

Di nameyê de hate bibîrxistin ku polîtîkayên ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dimeşîne, piştgiriyê dide DAIŞ'ê û hevkariya bi komên çete yên bi Ceyş el Îslam, Tûgayên Sultan Mûrad bi belgeyan hatiye ispatkirin. Di nameyê de her wiha ev gotinên Brett McGurk jî hate bibîrxistin, "Gelek komên muxalîf ên Sûriyeyî yên Tirkiye piştgiriya wan dike, li şûna ku li dijî DAIŞ'ê şer bikin, bi rengekî eşkere ragihandine ku ew dixwazin li dijî Kurdan şer bikin, lewma komên tundrew e."

Di nameyê de hate destnîşankirin ku PKK rêxistineke terorîst nîn e, rêxistineke rizgariya neteweyî ye ku sala 1995'an mohra xwe daniye binê Konvansiyona Cinêvê û hate xwestin ku xelata ji bo girtina lîderên PKK'ê hatiye danîn, bê betalkirin.