DAIŞ’ê li Germiyanê êrişî pêşmergeyan kir

Çeteyên DAIŞ`ê li herêma Serqale ya navçeya Kifrî ya girêdayî Germiyanê, êrişî baregeheke pêşmergeyan kir, pêşmergeyek şehîd bû.

DAIŞ’ê li Germiyanê êrişî pêşmergeyan kir
12 gulan, 2021   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Serqale ya ser bi navçeya Kifrî ya Germiyan şeva borî çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqteyeke hêzên pêşmergeyên Lîwaya 116’an ku weke Lîwaya Hisên Blok tê nakirin kir. Ew nuqte dikeve navbera gundê Omerbil û Belege.

Li gorî agahiyan 6 çeteyên DAIŞ’ê li ser 3 matorbiskilêtan êriş kirine û piştî êrişê çete ji cihê bûyerê revîne.

Di encama êrişê de pêşmergeyek şehîd bû û hinek jî birîndar bûn.

Pêşmergeyên ku birîndar bûne rakirin nexweşxaneya Kelarê.