Şêniyên ku bê av mane: Tirkiyê armanc dike me bide koçberkirin, lê em serî natewînin

Şêniyên gundên rojavayê Kobanê teqez kir ku ew du meh in ava vexwarinê bi zehmetî peyda dikin. Gerînendetiya Avê jî hîna çareserî nedîtiye, ji ber ku çareserî di çemê Firatê de ye û Firat ziwa dibe.

Şêniyên ku bê av mane: Tirkiyê armanc dike me bide koçberkirin, lê em serî natewînin
12 gulan, 2021   01:34
KOBANÊ- NÎHAD KERHO

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker nikarîbû bi hêza leşkerî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide koçberkirin, siyaseta qutkirina avê wekî çekekê ji bo koçberkirina şêniyan pêk tîne. Bi wê yekê dixwaze plana guhertina demografîk a li herêmên dagirkirî daye destpêkirin, bibe serî.

Kêmkirina rêjeya avê bi hatina havînê re bandor li jiyana şêniyan kir. Bi taybetî piştî qutkirina avê ji ser 83 gundên rojavayê Kobanê.

'AV JI SER 34 GUNDAN HATIYE QUTKIRIN, EM LI HEMBER KARESATEKÊ RÛ BI RÛ NE'

Endamê Rêveberiya Gerînendetiya Avê ya navçeya Qinayê Mihemed Çolbeg ji ANHA`yê re wiha got: “Ji ber daketina rêjeya ava çemê Firatê, em neçar man avê ji ser 34 gundên girêdayî navçeyê qut bikin. Em li hemberî karesatekê ne. Ji ber ku ava bîran li wan gundan şor e û ji bo vexwarinê ne guncaw e.”

Çolbeg diyar kir ku ji beriya du mehan ve ew pirsgirêkek cidî dijîn û wiha lê zêde kir: “Şênî difikirin ku pirsgirêka avê teknîkî ye. Lê di rastiyê de ew şerê Tirkiyê li herêmê ye.” Çolbeg bang li şêniyan kir ku ava vexwarinê ya li cem wan mayî biparêzin.

Çolbeg di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ji sê projeyan (projeya Zor Mixar, Ewas, Şêxler) niha tenê projeya Ewas dixebite ku ji 37 gundên navçeya Qinayê ava vexwarinê tenê dide gundên Dekreman, Boraz û Deşta Qumlixê û destnîşan kir ku gund jî li hember xeteriya ziwabûnê ne.

'MEZIN XWE LI TÎBÛNÊ DIGIRIN, LÊ BIÇÛK XWE RANAGIRIN'

Azad Farûq ê ji gundê Derbazinê jî got ew ava vexwarinê bi zehmetî peyda dikin, ava bîrên wan şor e û piştî ku ava Firatê hate qutkirin ew bi tîbûnê re rû bi rû mane. Farûq destnîşan kir ku wan hewl da ava vexwarinê ji gundên derdorê bînin, lê li wan gundan jî heman rewş e. Gerînendetiya Avê jî tu çareyan nabîne ji ber ku çar di ava Firatê de ye û Firat ziwa bûye.

Xişman Îsmaîl jî yê ji gundê Derbazinê anî ziman ku ew ji beriya du mehan ve ava vexwarinê bi zehmetî peyda dikin û pirsgirêka avê bi miqdarên kêm çareser nabe. Îsmaîl wiha lê zêde kir: “Em di meha Remezanê de ne, em hemû bi rojî ne. Her wiha zarokên biçûk hene, yên mezin xwe li tîbûnê radigirin, lê belê biçûk xwe ranagirin.”

Mihemed Şêx Elî Silêman ê ji Cib El-Ferec jî daxuyand ku ev demeke ava vexwarinê ji ser wan hatiya qutkirin û wiha axivî: “Ez û hevjîna xwe bi tenê dijîn, tenê depoyekî me yê avê heye. Em nizanin heke av bi dawî bibe wê rewşa me çawa be. Kêmbûna rêjeya avê bandor li kehrebeyê jî kiriye.”

Mihemed Şêx wiha domand: “Dewleta dagirker bi qutkirina avê armanc dike ku me bide koçberkirin û erdê me dagir bike. Lê belê em ê li ser xaka xwe bin. Rêbaz cuda bin jî, lê mirin yeke, mirin ji serîtewandinê bi rûmettir e.”

Demeke berê Gerînendetiya Avê ya kantona Kobanê bi rêya ANHA`yê hişyarî dabû ku piraniya bîrên li herêmê ku di dema pêwîstiyê de bi kar dianîn, ji xizmetê derketine û ava çemê gihaştiya asta herî daketî. Her wiha diyar kiribû ku heta niha av ji ser 83 gundên girêdayî Kobanê hatiye qutkirin û civaka navneteweyî bêdeng e.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YaZAss-FZiI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>