Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel çawa Cejna Remezanê pêşwaz dike?

Musilman li tevahî cîhanê piştî meheke rojî, amadekariyên Cejna Remezanê dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî qerebalixeke zêde di sûkan de heye û şênî pêwîstiyên cejnê dikirin.

12 gulan, 2021   00:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsal Cejna Remezanê, di demeke ku cîhan li hember vîrusa Koroanyê rû bi rû de ye, hat.

Li sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgereke nenormal heye. Şênî berê xwe didin dukanên şekir, şêranî, cil û pêwîstiyên din ên cejnê. Tişta ku di van rojan de sûkan balkêş dike ku şênî aliyê pêwendîdar rexne dikin ji ber buhayên madeyan bi awayekî baş nehatine diyarkirin û hin bazirgan keysbaziyê bi bilindbûna hin madeyên sereke dikin.

Buhayên hin cûreyên şekir gihaşt nêzî 30 hezar lîreyên Sûrî.

Bazirgan dibêjin ku sedema vê bilindbûna nirxên madeyan, vedgerê girtina dergehan ji aliyê hikûmeta Şamê ve û derfet nayê dayîn ku made derbasî herêmê bibin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewriyeyên xwe di nava bajaran de zêde kirine. Bendên kontrolê li ser nuqteyên sereke di hundirê bajar û sûkan de çêkirine da ku aramiya şêniyan misoger bikin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarnameyek derxist û tê de Cejna Remezanê pîroz kir, hin tedbîrên ewlehiyê di dema cejnê de derxist û got ew ji bo berjewendiyên giştî û derbasbûna rojên cejinê di nava ewlehiyê de hate derxistin.

Îbrahîm El-Filistînî ku yek ji dirûvanên li Minbicê ye wiha got: "Şênî berê xwe didin sûkan. Îsal ne weke sala berê ye. Îsal lîreya Sûrî bi awayekî zêde li beramberî dolar daket. Girtina dergehên sînorî ji aliyê hikûmeta Şamê ve jî hişt ku rewş xirabtir bibe. Hin kelûpel di sûkan de nemane û buhayên wan bilind bûye."

Îbarahîm got aramiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dibe meqseda ku gel berê xwe bide herêmê.

Welatiyê bi navê Ehmed Deba ku di sûkê de digeriya wiha axivî: "Tevî buha bilind in jî lê şênî berê xwe didin sûkan. Bi taybet ku hemû cil û şêraniyên cejnê bi buhayên li gorî her kesî têne peydakirin."

Welatiyê bi navê Mehmûd El-Sayir ku ji şêniyên Reqayê ye û ji Erebistana Siûdî vegeriya ye kêfxweşiya xwe bi dîtina bajarê xwe weke demên berê û coşa cejnê ku ev çend sal in welatî jê bê par mabûn, eşkere kir.

Mehmûd El-Sayir tekez kir ku ew ji bo vegera li Reqayê dudilî bû, lê dît ku rewş ji tişta di xeyalê wî de bi gelekî baştir e

Welatiyê bi navê Ednan El-Hemîdî jî ku pêwîstiyên xwe ji sûka bajarê Tebqayê dikirî wiha axivî: "Tevî rewşên li herêmê lê şênî daketine sûkan û pêwîstiyan dikirin bi taybet di dema peydakirina ewlehiyê û hemû kelûpelan de ku buhayên wan li gorî her kesî ne."

Hewa Îbrahîm jî ku li sûka bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê pêwîstiyên cejnê dikirî destnîşan kir ku ew tedbîrên xweparstina ji vîrusa Koronayê digirin û maskan li xwe dikin.

Hewa wiha domand: "Di cejnên berê de buhayên madeyan baş bûn. Lê îsal pir bilind bûne."

Hewa Îbrahîm bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em bi hêvî ne ku di cejnên bê de rewşa aboriya herêmê baş bibe û em karibin hemû pêwîstiyên xwe bikirin."

Şehnaz Mihemed ku ji koçberên Serêkaniyê ye diyar kir ku ew jî weke koçberên din, rewşa koçberiyê û kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê dê li pêşiya pîrozkirina cejnê nebin asteng û ew amadekariyên cejinê ji xwe û zarokên xwe re, dikirin.

Zubeyde Osman a ji bajarê Hesekê jî got: “Amadekariyên pêşwazîkirina Cejna Remezanê xweş in, lê vê cejnê ji ber bihabûna zêde di nirxê made û cilan de, zehemetî hene.”

Zubeyde hêvî kir ku li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aramî û ewlehî serwer be.

(bx)

ANHA