Tevgerên navneteweyî li dijî Ixwanan… stratejî ye yan jî taktîkî ye?

Gelek welatên ewropî û erebî ji bo kêmkirina bandora Ixwan Muslimîn di nava liv û tevgerê de ne. Lê pirsa herî girîng a girêdayî cidîbûna van tevgeran e, gelo ew stratejiyeke dayîm e an jî tenê girtekên taktîkî ne?

Tevgerên navneteweyî li dijî Ixwanan… stratejî ye yan jî taktîkî ye?
12 gulan, 2021   04:03
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Di vê dawiyê de ajandeyên koma Ixwan Muslimîn ên li dewletên ewropî û erebî ku herêmên hegemoniya wê yên bingehîn in, ji ber dorpêça giştî ya li ser wê, bû sedem ku lewaz bibe. 

Di Sibata 2019`an de Wezareta Karên Hundir a Avusturyayî qanûnek derxist ku li gorî wê 13 al û sembolên cuda yên rêxistinên terorîst qedexe dike. Di nav de sembola koma Ixwanan a bi rengê kesk ku li nîvê wê du şûr û gotina "Amade bikin" hene.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî rêveberiya serokê berê Donald Trump sala 2019`an, koma Ixwan Muslimîn xiste nava lîsteya Amerîkayê ya taybet bi komên terorîst ên biyanî. Lê ew yek pêk nehat, çavdêr sedema wê vegerandin ku Partiya Demokratparêz li dijî wê derket.

Di Cotmeha 2020`an de hikumeta Fransayê hêzên islama siyasî bi hewldana wêrankirina nirxên Komara Fransayê tawanbar kir. Her wiha ragihand ku dê asta amadebûnê li hemberî şepêlên tundraw xurt bike û dê dibistan û rêxistinên ku desteka tundrawiyê dikin bigire.

Hikumeta Fransayê di heman çarçoveyê de komeleyeke nêzî Ixwanan qedexe kir û kesên tundraw da koçberkirin.

Di 16`ê Tîrmeha 2020`an de dadgeha Urdinê biryara jihevxistina Koma Ixwan Muslimîn da, ji ber ku rewşa xwe ya qanûnê rast nekiriye.

Di heman salê de Desteya Oldaran a Erebistana Siûdî, ragihand ku koma Ixwan Muslimîn komeke terorîst e û nûnertiya islamê nake.

Piştre Meclisa Îftaya Şerîî ya Îmaratê ragihand ku ew piştgiriya biryara Erebistana Siûdî dike ku Koma Ixwan Muslimîn rêxistineke terorîst e, ji ber ku gelek kiryarên tundraw û tundiyê pêk tîne.

El-Ezher El-Şerîf cara yekemîn di dîroka xwe de tevlêbûna koma Ixwan Muslimîn û komên tundraw qedexe dike. Ji bo komê ev derbeya herî bi êş bû.

Di 6`ê Gulana 2021`an de li Almanyayê koma Ensar a navneteweyî ya tundraw ji ber finansekirina terorê, hat qedexekirin.

Bi sedan polîsên Almanyayê li 10 wîleyatan operasyonên serdegirtinê li dar xistin da ku nivîsgehên rêxistinan bigirin ku navendên wê li bajarê Dusseldorf in. Hêzên polîsan di Nîsana 2019`an de ser heman navendan de girt û gelek delîl kom kirin ku di encamê de wezîrê karên hundir ev kom qedexe kir.

Li gorî biryara qedexeyê komele, rêxistinên terorîst mîna Hemas, Cebhet El-Nusra, Heyet Tehrîr El-Şam a li Sûriyê û Tevgera Ciwanan a li Somaliya finanse dike.

Brîtanya navenda Ixwan Muslimîn  alî cîhanê ye û ji salên 50`î ve serokên ixwanan ên ji Misirê pêşwazî kirin ku piştî li Misirê ji aliyê Cemal Ebdulnasir ve hatin tengavkirin. Piştre ji Tunisê, Lîbyayê û gelek welatên Ereban alîgirên vê komê berê xwe da Brîtanyayê. Li wir koma ixwanan xurt bû û şax da. Pê re zexta parlamentoyê li ser hikumetê zêde bû ku kom were qedexekirin.

Dan û standinên Misir û Tirkiyê êşên komê zêde kirin ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan mijara Ixwanan danî ser masaya diyalogê. Ji ber wê gelek dezgehên çapemeniyê yên komê hatin girtin, li rex wê jî amadekariyên derxistina gelek lîderên wê hatin kirin.

`ARMANCÊN VAN TEVGERÊN NAVNETEWEYÎ`

Lêkolînerê misirî û pirsporê kar û barên tevgerên islamî û rêxistinên tundraw û terora navneteweyî Munîr Edîb têkildarî mijarê got: “Rêxistina Ixwan Muslimîn beşek ji rêxistinên olî yên tundraw e ku bi xwe tundî bi kar anî yan jî çarçoveyek ji komên tundîtir û hişktir re çêkir.”

Edîb wiha domand: " Tundî li gelek dewletan pêk anî, şert û merc peyda kir ku ev rêxistin tundiyê pêk bîne. Tundî û dijminatiya ku em di daxuyanî û fikirên wan de dibînin teşwîq kirin. Ji ber wê ew dikeve nava daîreya tundiya rasteqîn ku ji ber wê gelek dewletan, nêrîneke stratejîk ya giştî li hemberî vê rêxistina tundraw danî ku ji kevntirîn rêxistinan e û ya herî zêde belav e. Anku ev şert û merc hişt ku gelek rêxistinên din jê derkevin û li ber destê wê mezin bibin.

Têkiliyeke xurt di navbera rêxisitnên tundraw û ixwanan de hene. Ixwan jî tundiyê bi kar tîne. Ev sedem hemû hişt ku dewletên navneteweyî li hemberî terora ku sînoran û parzemînan derbas dike xwedî nêrînekê bin.”

`HELWEST NE GIŞTÎ YE`

Der barê girîngiya van tevgeran û encamên ku tên payîn werin bidestxistin de, Edîb got: “Dewletan fêm kir ku berxwedana li hemberî terorê beyî hedefgirtina Ixwanan, bê bandor e. Ji lew re li ser asta navneteweyî helwestek li hemberî ixwanan hat nîşandan, lê ev helwest ne giştî ye.”

Edîb nirxandina xwe wiha dewam kir: "Gelek dewletên mezin hîna ixwanan diparêzin û hebûna wê li ser axa xwe qebûl dikin, ji wê zêdetir projeya ixwanan li gorî projeyên wan in. Bê guman ez behsa dewleta Tirk dikim ku heta niha koma ixwanan hemêz dike û desteka lojistîk, malî û siyasî ji wan re pêşkêş dike. Gelek pere li ser dezgehên çapemeniyê yên komê xerc dike. Dewletên mîna Tirkiyê li ber çavên civaka navneteweyî û DYA`yê desteka vê komê dikin beyî ku helwesteke giştî hebe.”

Edîb di heman çarçoveyê de ev yek destnîşan kir: “Mixabin heta vê kêliyê nêrînek û stratejiyeke navneteweyî ya giştî ya li hemberî rêxistinên tundiyê û tundrawiyê tune ye. Ev stratejî, taybetmendiyekê dide her paytexeteke erebî yan jî dewletekê ku bikare li hemberî wan rêxistinan bisekine.”

 

 

Edîb da xuyakirin ku ev stratejî hîna jî tune ye û tenê bertekên takakesî hene û dibe ev sekin taktîka  demkî be ku girêdayî berjewendiyan be û wiha domand: “Mixabin, gelek dewlet şerê van koman dikin, lê di rastiyê de berjewendiyên xwe yên siyasî di ser berjewendiyên giştî re digirin."

Edîb wiha berdewam kir: “Piraniya şerê li hemberî van koman, takakesî yan jî taktîkî ne ku li ser erdê tu encamên rasteqîn bi dest naxin. Lewra divê civaka navneteweyî di vî warî de bi rola xwe rabe. Realîstir be ku nêrînek û stratejiyeke giştî li hemberî wê deyne ku taybetmendiya dewletan biparêze yên ku vê stratejiyê pêk tînin. Divê ev stratejî li dijî hemû komên tundî û tundrawiyê bê îstîsna be. Ji ber ku tu sûd jisekna li hemberî rêxistinekê beyî ya din, tune ye, dê mîna kesê ku deryayê diparêze be.”

Têkildarî bandora van tevgeran li ser komê Edîb ev xal rêz kir: “Her sekinek li hemberî ixwanan çi ya fikirî be yan jî leşkerî be yan jî ewlehiyê be, bandorê li sazûmaniya wê û belavkirina fikirên wê dike. Gelek dewlet di vî warî de cidî ne mîna Misir, Îmarat, Erebistana Siûdî û gelek dewletên din.

Edîb diyar kir ku hewldanên van dewletan ên li hemberî komê, sînor derbas kirin, ji ber wê bandorên wê rasteqîn in û berhemdar in.

`BANDOR LI EWLEHIYA CÎHAN Û MIROVAHIYÊ DIKE`

Der barê erêniya van tevgeran de Edîb got: “Her seknek li hemberî tundiyê, tundrawiyê û xîtaba dijminane, bi awayekî erênî bandor li ewlehiya dewletan û gelan dike. Sekna li hemberî terorê çi ya komeke tundrawiyê yan jî terora hinek dewletan, ne luks e. Gelek girîng e ku ev sekn hebe ji ber ku bandorê li ewlehiya herêmê dike. Ji wê zêdetir bandor li ewlehiya cîhanê û mirovahiyê dike.”

Edîb wiha gotinên xwe domand: “Ne gengaze ku mirov di nava teroreke manewî û fikirî de yan jî teroreke sûcdar din de bijî. Lewra sekna li hemberî terorê bi giştî ji bo ewlehiyê erênî ye."

TIRKIYE JI MISIR Û DEWLETÊN KENDAVÊ ÇI DIXWAZE?

Lêkolînerê misirî di axaftina xwe de behsa dan û standinên Misir û Tirkiyê kir ku gelek pirsnîşan der barê daxwazên Tirkiyê ji Misirê çi ne de çêdike û Misir ji Tirkiye; dixwaze piştgiriya ixwanan neke û got: “Misir ne tenê ixwanan lê belê serokên tundiriyê û tundrawiyê yên ku têkiliyên wan di rijandina xwînê de hene di nav de ixwanan armanc dike. Gelek daxwazên Misirê yên din hene, di nav de derxisitna çeteyên biyanî ji Lîbyayê, ev daxwazeke sereke û bingehîn e.”

Edîb bi bîr xist ku ev her du daxwaz gelek girîng in ku Misirê ji Tirkiyê dixwaze pêk bîne, lê Tirkiyê ji bo başkirina têkiliyan, nêzî Misirê dibe. Ji ber ku pê dihese ku di nava tecrîdeke siyasî û dîplomasî de ye.

Edîb di dawiyê de got: “Tirkiyê ne tenê dixwaze nakokiyên xwe yên bi Misirê re çareser bike, lê belê dixwaze xwe bigihîne herêma Kendavê. Ji ber ku li ser asta siyasî gelek winda kir. Ew naxwaze dewleteke mîna Misirê li rex Yewnanistan û Qibrisê be. Ji ber ku dijminatiya wê bi her du dewletan re heye. Ew naxwaze îstismaratên xwe yên aborî yên li Misir ji dest bide, ji ber ku ne pêkan e ku Tirkiyê têkilî bi cîhana erebî û islamî re deyne û li aliyekî din bi dewleteke mezin re mîna Misir bi nakok be.”  

(şx)

ANHA