​​​​​​​Beşa 14`an a koçberên sûrî ji kampa Holê derket

Rêveberiya Kampa Holê li ser biryara Rêveberiya Xweser a vegera koçberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ber bi bajarên wan ve,beşa 14`an a koçberên sûrî derxist, da ku vegerin malên xwe yên li Dêrazorê.

​​​​​​​Beşa 14`an a koçberên sûrî ji kampa Holê derket
11 gulan, 2021   14:19
HESEKÊ

Beş ji 265 kesan û 81 malbatên koçber ên ji Dêrazorê pêk tê û derketina wan li ser bingeha biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya 10`ê Cotmeha 2020`an a vegera koçberên sûrî ber bi bajarên wan ve pêk hat.

Di vê der barê de koçberên bi navên Mahîra Mewlûde Necim û Zehra Elî Mihemed ên ji bajarê Dêrazorê kêfxweşiya xwe ya derketina ji kampa Holê û vegera li malên xwe nîşan da û spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Rêveberiya Kampê kir ku bi awayekî baş nêzîkî wan bûn.

Endama rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kampa Holê Sîdar Xelef axivî û diyar kir ku piştî aliyên pispor ên kar û barên koçberan li kampê, tedbîrên ewlehiyê bi dawî kirin û wan piştrast kirin, koçber ji kampê ber bi herêmên wan ve derxistin.

Sîdar destnîşan kir ku niha navên koçberên nû yên ku dixwazin derkevin tomar dikin û beşa din dê di rojên pêş de werin derxistin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4cHd-r4uohE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>