Li Şehbayê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîdekî xwe oxir kir

Bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Îsmaîl ku li kantona Şehbayê di encama topbarana artêşa Tirk de gihaşt asta şehadetê, li gundê Um Heweş  veşart.

Li Şehbayê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîdekî xwe oxir kir
11 gulan, 2021   13:39
ŞEHBA

Îro bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê ji Kurd, Ereb û Turkumen li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn, da ku cenazeyê şehîd Îbrahîm Îsmaîl ê ji pêkhateya Ereb wergirin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê Mihemed Welo axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Mihemed Welo got: "Bi saya kedên şehîdan ji zarok û birayên me, me karî xwe û destkeftiyên şoreşa xwe ya gewre biparêzin."

Mihemed Welo diyar kir ku şêniyên herêma Efrînê dê şopdarên rêya şehîd Îbrahîm Îsmaîl bin, heta pêkanîna armancên wan ên avakirina civaka demokratîk û azad.

Endama rêveber a Meclisa Jinan a Kantona Şehbayê Fatme Cimo komkujiyên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan şermezar kirin.

Piştre endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê Şêrîn Silêman nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Karwanekî ji sedan erebeyan ber bi gundê şehîd Um Heweş ve çûn da ku li wir bispêrin axê.

(eh)

ANHA