Li Dêrazorê di êrişa kesên nenas de sivîlekî jiyana xwe ji dest da

Di hefteya borî de kesên nenas gule li sivîlekî ji gundewarê rojhilatê Dêrazorê reşand, di encamê de ji ber birîna giran jiyana xwe ji dest da.

Li Dêrazorê di êrişa kesên nenas de sivîlekî jiyana xwe ji dest da
11 gulan, 2021   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ji gundewarê rojhilatê Dêrazorê şêniyê bi navê Mihemed Zixêr El-Wawiyê yê ji bajarokê Xeranîc ji aliyê kesên nenas ve di hefteya borî de hate gulebarankirin, di encamê de ji ber birîna giran îro jiyana xwe ji dest da.

ANHA