Çete agir bi zeviyan dixin û ava vexwarinê ji ser Kobanê qut dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh agir bi zeviyên çandiniyê yên li rojavayê Kobanê xistin. Di encamê de xeta toreyên ku ava vexwarinê ji çemê Firatê dighîne bajarê Kobanê, şewitî.

Çete agir bi zeviyan dixin û ava vexwarinê ji ser Kobanê qut dikin
11 gulan, 2021   13:01
KOBANÊ

Şeva din, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku li taxa Cerablus a jêrin a li qiraxa rojavayê çemê Firatê bi cih dibin agir bi zeviyên çandiniyê yên rojavayê bajarê Kobanê xistin. Di encamê de xortimên avê ku ava vexwarinê ji çemê Firatê digihand bajarê Kobanê, şewitîn.

Li gorî xebatkarekî Gerînendetiya Avê ya bajarê Kobanê, piştî ku xortimên avê hatin şewitandin dibe ku ava vexwarinê herî kêm du rojan ji ser bajêr qut bibe.

Berpirsên xeta ava vexwarinê gotin ku bîrên avê ku ew ji bo gihandina avê ji bajêr re bi kar bînin, tune ne û bang li şêniyan kirin ku ava li gel xwe biparêzin ji ber rojên zehmet lê pêşiya wan in.

Ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê ku dewleta Tirk ji beriya 3 mehan ve girtiye, Gerînendetiya Avê ya Kobanê ava vexwarinê ji şêniyan re bi zehmetî peyda dike.

Her wiha stasyonên tesfiyekirina avê yên rojavayê Kobanê zêdetirî 3 meh in ku ji xizmetê drketine. Gerînendetî ji bo kişandina ava vexwarinê ji çemê Firatê, xetasan bi kar tînin. Av bêyî ku were paqijkirin digihêje şêniyan bi vê yekê jiyana wan dikeve xeteriyê.

Ji tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê diyar dibe ku ew hewl didin avê bi temamî ji ser bajarê Kobanê û gundewarên wê qut bikin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5EAU36oTV7s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>