Li Şehbayê dest bi çinîna genim û ceh hate kirin

Cotkarên kantona Şehbayê bi koordînasyona Desteya Çandinî û Aborî ya herêma Efrînê, dest bi çinîna berhemên çandiniyê kir.

Li Şehbayê dest bi çinîna genim û ceh hate kirin
11 gulan, 2021   12:57
ŞEHBA – LÎNDA EL-ŞÊX

Li kantonê weke her salê çinîna berhemên çandiniyê ji genim û ceh di destpêka meha Gulanê de dest pê dike û mehekê didome.

Yek ji xwediyên deraseyan Zekeriya Reşo di vê der barê de ji ANHA`yê re wiha got: "Di destpêka meha Adarê de em deraseyên xwe sererast dikin da ku di destpêka meha Gulanê de ji bo çinînê amade bin."

Her wiha ji rêveberên Komîteya Çandiniyê ya gundê Helîsa û Hasînê, Nîdal Îbrahîm ev tişt anî ziman: "Piştî koordînasyona bi Desteya Çandinî û Aboriyê û komîteyên parastina zeviyên çandiniyê re, me li gundê Helîsa dest bi çinînê kir. Çinîn bi 4 deraseyan tê kirin. Em genim û ceh diçinin. Tevî derfet û berhemên kêm ji barana îsal, lê karê me baş tê kirin."

Tê zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber kêmbûna baranê mewsima sale telef bû û vê yekê barê niştecihên herêmê ku xwe dispêrin çandiniyê di debara jiyana xwe de, giran kir.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SZ_U_Sim0x0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>