Yuksel Koç: Divê em bi ruhê seferberiyê yê Kobanê her derê bikin qadên berxwedanê

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bang li hemû gelan û gelê Kurd kir ku xwedî li gerîla derkevin û got “Divê em bi ruhê seferberiyê, mîna pêvajoya Kobanê li her derê xwedî li berxwedanê derkevin."

Yuksel Koç: Divê em bi ruhê seferberiyê yê Kobanê her derê bikin qadên berxwedanê
11 gulan, 2021   02:57
NAVENDA NÛÇEYAN-ZANA DENİZ

Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ku di 23'yê Nîsanê de li dijî Başûrê Kurdistanê dan destpêkirin û piştre li 3 herêman dewam kir, gerîlayên HPG û YJA Starê berxwedana xwe didomînin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr şîrove kirin.

Yuksel Koç diyar kir dewleta Tirk di êrişa dagirkeriyê de bi tenê nîn e û tenê bi desteka NATO, DYA û hêzên navneteweyî êrişeke wiha berfireh dikare were kirin û dewleta Tirk bi êrişa xwe ya li ser Başûrê  Kurdistanê armanc dike ku dagirkeriya xwe mayînde bike û ev yek ji hêla hemû gelan ve divê baş were fêmkirin.

Koç diyar kir ku dê li dijî vê êrişa dagirkeriyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li ber Konseya Ewropayê ji 12'ê Gulanê ve bi awayekî bêdem û dorveger, çalakiyên rûniştinê bidin destpêkirin û got:  "Heke Konseya Ewropayê di vê êrişa qirkirinê de cih negirtibe, dikare di vî warî de tedbîrên lezgîn bigire. Bêdengiya wê ya heta niha, tê wê wateyê ku wan ev êrişa dagirkeriyê erê kiriye. Konseya Ewropayê ji 47 welatan pêk tê û parlamenter û nûnerên wan ên daîmî hene. Em ê bi nûnerên Konseya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê re li ser êrişên dagirkeriyê hevdîtinan bikin û daxwaz bikin ku di vê mijarê de helwestên xwe tavilê zelal bikin."

‘SEFERBERIYA BI RUHÊ KOBANÊ’

Koç bikaranîna çekên kîmyewî di êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi bîr xist û destnîşan kir ku mîna di pêvajoya Kobanê de divê gelê Kurd seferber bibe û got: "Li Kobanê me dît ku heke gel bixwazin, dikarin çi bikin. Di wê pêvajoyê de çalakiyên bibandor pêşî li qirkirina gelê Kurd girt. Li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk em ê bi ruhê heman seferberiyê li qadan bin."

‘DIVÊ GELÊ KURDISTANÊ LI EWLADÊN XWE BIBE XWEDÎ’

Yuksel Koç bang li gelê Kurd û dostên wan jî kir û wiha lê zêde kir: "Divê gelê Kurd li ewladên xwe, li gerîlayên ku berxwedaneke destanî raber dikin, xwedî derkeve. Divê bi ruhê seferberiyê li dijî dagirkeriyê tê bikoşin. Dirûşma me ya li dijî dagirkeriyê “Li dijî dagikeriyê her der Avaşîn, Zap û Metîna, her der berxwedan” e. Divê em vê dirûşmê bêtir belav bikin. Divê her kes berxwedana li dora vê dirûşmê hembêz bike. Divê em mîna gerîla her derê bikin qadên berxwedanê."

ANHA