QSD`ê 2 operasyonên ewlehiyê li geliyê El-Ecîc da destpêkirin, sedem çi ye?

Berdevkê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê diyar kir ku operasyona ewlehiyê ya li bakur û rojhilatê Dêrazorê hin armancên şaneyên DAIŞ`ê têk bir û got: “Operasyon di çarçoveya têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ`ê de tê lidarxistin, ku li çolistanê dîsa bi tevger bûbûn.”

QSD`ê 2 operasyonên ewlehiyê li geliyê El-Ecîc da destpêkirin, sedem çi ye?
10 gulan, 2021   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Duh, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li gundewarê bakur û bakurê rojhilatê Darêzorê operasyoneke leşkerî û ewlehiyê ya berfireh da destpêkirin. QSD`ê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku dê operasyona wan li li geliyê El-Ecîc a li dijî şaneyên li herêmnê 4 rojan bidome.

Vê sibehê operasyona ku li gelek eniyên li çolistanê li geliyê El-Ecîc ê li nêzî sînorên Sûriye-Iraqê hatiye destpêkirin, ket roja duyemîn. Têkildarî mijarê, Berdevkê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî teqez kir ku operasyona ewlehiyê ya li herêmê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ji bejahî û asman ve, berdewam e.

Ji 23`ê Adara 2019`an ve dema tunekirina DAIŞ`ê di aliyê cografî de li Baxozê hatibû ragihandin, perasyonên QSD`ê yên li dijî şaneyên DAIŞ`ê dewam dikin.

ANHA`yê bi rêya telefonê xwe gihand Ferah Şamî. Şamî wiha axivî: “Wekî hûn dizanin, herêm çolistan e û li nêzî sînorê bi Iraqê re ye. Vê dawiyê tevgera şaneyan li herêmê xuya bû. Şane girêdayî gelek aliyan in û di sêrî de yên DAIŞ`ê. Tevger ji bo derbaskirina çete û çekan ji erdê Sûriyê re ji bo hedegirtina herêmê, pêk tên.”

Şamî wiha lê zêde kir: “Rewşa hawayê ya xirab li herêmê û bahozên tozê hişt ku şane bi tevger bibin û xwe ji dewriyeyên me û nuqteyên me yên leşkerî li herêmê veşêrin. Ji lew re ev operasyon ji bo tunekirina wan şaneyan û bidawîkirina karên terorî ku amadekariyên wê dikirin, pêwîst bû.”

Hemwextî operasyona ewlehiyê, hêzên Iraqê jî li çolistana Neynewayî û li dirêjahiya xeta sînorê Sûriye-Iraqê li dijî şaneyên DAIŞ`ê operasyoneke din a ewlehiyê da destpêkirin. Şamî têkildarî wê yekê got: “Operasyon hemwextî operasyona hêzên Iraqê ya bi armanca têkoşîna li dijî şaneyan, hat destpêkirin. Lê her du operasyon ne girêdayî hev in.“

Şamî destnîşan kir ku şervanên wan heta niha hin armancên şaneyan li herêmê, têk birin û hin planên li dijî şêniyan û hêzên leşkerî û ewlehiyê ku amadekariyên pêkanîna wan dihatin kirin, vala derxistin.

Di kêmtirî mehekê de ev operasyona duyemîn e ku QSD`ê li geliyê El-Ecîc li aliyê bakur û bakurê rojhilatê Dêrazorê li dar dixe, ku operasyona yekemîn di 14`ê Nîsanê de hatibû lidarxistin. Her wiha piştî gelek operasyonên ewlehiyê yên berfireh pêk hat, ku ya herî girîng operasyona Tunekirina Terorê di 6`ê Tîrmeha sala borî de bû.

Wê demê QSD`ê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku di qonaxa yekemîn de 110 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê girtine, zêdetirî dirêjahiya 175 km û firehiya 60 km li ser xeta sînor û di nav de 150 mezrea paqij kiribû. Her wiha bi ser 56 armancan de girtibû ku çeteyan ji xwe re kiribûn nuqte û jê herêmê dikirin hedef. Di qonaxa duyemîn a operasyonê de jî 31 çete hatibûn girtin.

 (şx)

ANHA