Yekitiya kurdî rêya îtîrafkirina ber bi Rêveberiya Xweser ve ye

Analîzvanê siyasî Welîd Culî got Rêveberiya Xweser projeyeke rasteqîn e û naskirina wê rêya çareserkirina aloziya Sûriyê ye. Her wiha teqez kir ku wergirtina îtîrafê bi yekitiya kurdî û avakirina dikeyekê ku tevahî pêkhateyên herêmê tev lê bibin û diyalogan pêk bînin, pêkan e.

Yekitiya kurdî rêya îtîrafkirina ber bi Rêveberiya Xweser ve ye
11 gulan, 2021   00:46
QAMİŞLO-LÎLAV DÊWANÎ

Rêveberiya Xweser ji destpêka avabûnê ve anku di Çileya 2014`an de li gel aloziya Sûriyê ku hikumeta Şamê û qaşo opozîsyona Sûriyê nikarîn çareser bikin, li ser astên siyasî, leşkerî, civakî destkeftiyên mezin û berbiçav bi dest xistin.

Li aliyekî din hinek aliyên hundir û derve di nav de dewleta Tirk hewl didin raya navneteweyî li dijî Rêveberiya Xweser derxin, ew jî hewldaneke ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Di vî warî de analîzvanê siyasî û berpirsê têkiliyên giştî yê Navenda Lêkolînan a Firatê Welîd Culî got: “Aloziya Sûriyê ne encama salên dawîn ên şer e, lê belê hêdî hêdî bi rêvebirina Sûriyê re ji aliyê rejîma Baasê ve derket ku li ser bingeha nijadperestiyê ava bûye. Her wiha opozîsyon jî, da ku li şûna hikumeta Şamê bibe altarnatîf,di pêkanîna projeya rasteqîn û aştiyane de bi bin ket.”

`VETOYA TIRKIYÊ KAXIZEKE ZEXTÊ YA ÎNKARKIRINA RÊVEBERIYÊ YE`

Culî wiha gotinên xwe berdewam kir: “Li gel  van aloziyan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyeke ava kir, da ku li hember dijminahiyên dewletên cîran, di serî de dewleta Tirk bisekine. Lê dewleta Tirk piştî ku nas kir ku Rêveberiya Xweser li ser tevahî astan bi ser ket, bi taybet ku gelê Kurd wan destkeftiyan pêk tînin, hewl da vê projeyê têk bibe."

Culî wiha domand: “Dewleta Tirk li hemû qadên navneteweyî bi taybet di Cinêvê de mafê veto li dijî Rêveberiya Xweser bi kar anî, da ku pêşî li beşdarbûna wê û wergirtina nasandina fermî bigire. Her wiha her tim bi Rûsya û Îranê re di qadên navneteweyî de mîna Astanayê planan çêke da ku armanc û berjewendiyên xwe pêk bîne û zextê li civaka navneteweyî bike ji bo ku Rêveberiya Xweser înkar bike.”

`ÇARESERKIRINA ALOZIA SÛRIYÊ`

Culî destnîşan kir ku civaka navneteweyî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê di 2012’yan xwe de piştra xwe dida diyaloga di navbera îtîlafê û hikumeta Şamê de. Lê piştî ku DAIŞ derbasî herêmê bû û opozîsyon ji ber zihniyeta xwe ya ku ji zihniyeta hikumeta Şamê ne cuda ye bi bin ket, rewşa li Sûriyê hat guhertin. Êdî civaka navneteweyî bi taybet Neteweyên Yekbûyî (NY) û Amerîkayê ji bo çareserkirina hinek dozên binakok nêzî Rêveberiya Xweser bûn. Şande şandin herêmê û soza pêkanîna pergala Rêveberiya Xweser li Sûriyê da. Lê dîsa jî li gorî Culî ev gav têrê nakin, ji ber ku tu pêşketinek an jî guhertinek çênekir.

Culî bi bîr xist tenê rola Koalîsyona Navneteweyî bêyî piştgiriya siyasî, leşkerî bû, tevî ku Rêveberiya Xweser ji hêla hikumeta Şamê, dewleta Tirk û Îranê ve rastî nakokî û dorpêç dihat.

Culî wiha di dirêjahiya axaftina xwe wiha pê de çû: “Rêveberiya Xweser beşek ji çareseriya aloziya Sûriyê ye. Heke ev bi vê rêveberiyê hat îtîrafkirin, dê aloziyê çareser bike. Li ser asta aborî li herêmên Rêveberiya Xweser gelek pêşketin çêbûne. Ev rêveberî li ser asta Sûriyê ya herî çalak e. Pergaleke nenavendî û parlamenterî ye ku dikare aloziyê çareser bike. îtîrafkirina wê, dê rê li pêşiya rêveberiyê veke ku projeyên xwe li ser qadên navneteweyî bêtir pêş bixe.”

`YEKİTİYA KURDÎ Û AVAKİRİNA PLATFORMEKE HEVGİRTÎ`

Li gorî Culî, îtîrafkirina bi Rêveberiya Xweser di diyarkirina helwesteke kurdî ya hevgirtî û avakirina platformekê bi tevlêbûna hemû pêkhateyan ji bo ku beşdarî dan û standinên çareserkirina aloziya Sûriyê bibin de pêkan e. Culî da zanîn ku Amerîka û dewletên Ewropayê heta ku yekitiya kurdî pêk neyê jî, hewl didin vê platformê ava bikin.

`DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ NÛNERÊN BIŞÎNE BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ YAN JÎ KONSULXANEYAN AVA BIKE `

Têkildarî vê mijarê Culî daxuyand ku ji bo Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî were îtîrafkirin, pêwîst e civaka navneteweyî nûnerên xwe rêke herêmê da ku rewşa siyasî ya li herêmê nîqaş bikin, warê bazirganiyê pêş bixin yan jî konsulxaneyên xwe vekin. Culî nirxandina xwe wiha domand: "Biryara çaresekirina aloziya Sûriyê girêdayî civaka navneteweyî ye, bi taybet heke Amerîka û Rûsyayê lihevkirinekê ji bo îtîrafkirina bi Rêveberiya Xweser pêk anî, ewlehî û aramî çêkir û sûcên dewleta Tirk û hikumeta Şamê ya ku hewl dide fişarê ji aliyên siyasî û aborî ve bigirtina dergehan li Rêveberiya Xweser bike, sînordar kirin."

`ÎTÎRAFKIRIN NE DERENG E`

Culî diyar kir ku îtîrafkirina bi Rêveberiya Xweser zêdetirî 2 salan dirêj nake û wiha got: "Bi hedefa avakirina zemînekê û damezrandina dikeyekê ji bo pêkanîna danûstandinên li ser çareseriya aloziya Sûriyê yên ku di danûstandinên Cinêv, komîteya destûrê û Astanayê de bi bin ketine, Amerîka di pêşdeçûna diyaloga kurdî de cidî ye. Fransa û Amerîka hewl didin bi Rûsyayê re li hev bikin da ku îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bikin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IlxvyM_gHB4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>