‘Divê projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn pêk were’

Helbestvan û endamê Yekitiya Rewşenbîran Mihemed Ebdulezîz da zanîn ku divê projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn pêk were.

‘Divê projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn pêk were’
11 gulan, 2021   01:48
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Mihemed Ebdulezîz teqez kir ku parçekirina dewletan û hilweşandina rejîman, dê pirsgirêkên li herêmê aloztir bikin û piştrast kir ku divê guhertinên li herêmê li ser bingeha projeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan bin.

Helbestvan û endamê Yekitiya Rewşenbîran a Dêrikê Mihemed Ebdulezîz got: “Siyasetmedar, lêkolîner û rewşenbîr gihaştine wê baweriyê ku nakokiyên li Rojhilata Navîn ên ku di bin navê 'Bihara Gelan' de pêk tên, planên emperyalîst in, armanc jî ew e ku Rojhilata Navîn bixin devê volkanê.”

Ebdulezîz tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi siyasetên ku aliyên mudaxeleya Sûriyê dikin didin meşandin bi hev ve girêdan ku hewl didin hegemonya xwe li herêmê ferz bikin û wiha domand: “Rûsya, rejîma Baas û dewleta Tirk a dagirker, Sûriye li gorî berjewendiyên xwe parçe kirin û li hev parve kirin. Ev planeke giştî ye û armanc jî wêrankirina Rojhilata Navîn e. Komploya Navneteweyî ya li dijî rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan beşek jê ye.”

Ebdulzîz da xuyakirin ku rêber Abdullah Ocalan pêşbinî kir ku wê rewşa I Rojhilata Navîn bigihêje vê astê, ji lew re bang li serokên dewletên Ereban û dewletên Rojhilata Navîn kir ku siyasetên xwe biguhêrin, demokratî û edaleta civakî belav bikin, têkiliyên hezkirinê di navbera pêkhateyên herêmê de ava bikin.

Her wiha Ebdulezîz îşaret bi projeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan kir ku mafên hemû pêkhateyan diparêze. Ebdulezîz bal kişand ser komploya navneteweyî  û ev nirxand kir: “Komploya navneteweyî ku bi tevlêbûna dewletên kapîtalîzm û ewropî pêk hatiye, planeke birêxistinkirî bû, jê dixwestin ku ne tenê rêber Abdullah Ocalan dîl bigirin, dixwestin fikir, felesefe, zanîn û aqilmendiya wî dîl bikin."

Ebdulezîz anî ziman ku rêber Abdullah Ocalan ji zêdetirî 20 salan ve dîl hatiye girtin û dewleta Tirk a dagiker tecrîdê lê ferz dike, lê Ocalan karî gelên herêmê şiyar bike û rastiya Komploya Navneteweyî eşkere kir ku li dijî Rojhilata Navîn pêk tê.

Ebdulezîz diyar kir ku dewletên komploger hêvî dikir ku bi dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan dê serhildanên gelan, xwepêşendan û çalakiyên gelên bindest û azadîxwaz yên li dijî pergalên kapîtalîst bi dawî bibin, lê pêşbiniyên wan bi bin ketin.

Ebdulezîz wiha domand: “Berhem û pirtûkên rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn bi giştî têne xwendin û têne fêrkirin. Bi rêya fikir û felsefeya Ocalan, pirsgirêk têne çareserkirin û gel mafên xwe bi dest dixin.”

Di dawiyê de Mihemed Ebdulezîz teqez kir ku aloziyên li herêmê bi rêya pêkanîna projeya neteweya demokratîk gengaz e.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zZx9gdp1cPs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>