ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-05-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-05-2021
10 gulan, 2021   23:00

-Şêniyên navçeyên Til Hemîs û Til Birakê yên Qamişlo bi meşekê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê saet di 09:00’an de şermezar dike. (BI WÊNE DÎMEN)

- Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê diyar kir ku operasyona ewlehiyê ya li bakur û rojhilatê Dêrazorê hin armancên şaneyên DAIŞ`ê têk bir û got: “Operasyon di çarçoveya têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ`ê de tê lidarxistin, ku li çolistanê dîsa bi tevger bûbûn.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Helbestvan û endamê Yekitiya Rewşenbîran Mihemed Ebdulezîz da zanîn ku divê projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Êzidiyên Şêxmeqsûdê ya Helebê biryara hikumeta Iraqê ya darvekirina 4 ciwanên êzidî red kir û plan û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Gerînendeyê Saziya Avê ya Til Temirê got rewşa li herêmê ji ber qutkirina ava stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, gelek xirab dibe. Her wiha teqez kir ku dewleta Tirk bi erêkirina civaka navneteweyî bi rêbazekî din şerê herêmê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bang li hemû gelan û gelê Kurd kir ku xwedî li gerîla derkevin û got “Divê em bi ruhê seferberiyê, mîna pêvajoya Kobanê li her derê xwedî li berxwedanê derkevin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Analîzvanê siyasî Welîd Culî got Rêveberiya Xweser projeyeke rasteqîn e û naskirina wê rêya çareserkirina aloziya Sûriyê ye. Her wiha teqez kir ku wergirtina îtîrafê bi yekitiya kurdî û avakirina dikeyekê ku tevahî pêkhateyên herêmê tev lê bibin û diyalogan pêk bînin, pêkan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Li gel paşguhkirina pêşniyara Rêveberiya Xweser a avakirina dadgeheke navneteweyî li herêmê ji bo darizandina çeteyên DAiŞ`ê, civaka navneteweyî tenê hinek zarok û jinên DAIŞ`î ji herêmê derdixe. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên gundewarên başûrê Hesekê neçar man ku zeviyên xwe yên çandiniyê bifiroşin xwediyên sewalan da ku beşek ji xisara xwe telafî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piştî 7 salan ji girtinê, Rêveberiya Depoyan a kantona Kobanê biryar da ku depoyên Sirînê ji nû ve sererast bike, da ku di demeke nêz de bikevin xizmetê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA