P.Y.D.K.S û P.D.K.S bang li civaka navneteweyî kir ku fişarê li Tirkiyê bikin ku sûcên xwe rawestîne

P.Y.D.K.S û P.D.K.S  sûcên dewleta Tirk a dagirker ên qutkirina avê bi sûcên dermirovî, derexlaqî û derhiqûqî wisif kirin û bang li civaka navneteweyî, di serî de Rûsya û Amerîka kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin, da ku rêzê ji mafên sûriyên li herêmên ku dagir kirine re bigire û tîkirina sûriyan rawestîne.

P.Y.D.K.S û P.D.K.S bang li civaka navneteweyî kir ku fişarê li Tirkiyê bikin ku sûcên xwe rawestîne
10 gulan, 2021   19:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) û Partiya Demokratî ya Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê bi daxuyaniyeke hevbeş qutkirina ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li ser Sûriyê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk li pêşiya çavên civaka naveteweyî û bi bihaneya parastina ewlehiya neteweyî destwerdana kar û barên hundirîn a sûriyan dike û li van herêman sûc û siyasetên tund dide meşandin, pîvan û qanûnên navneteweyî bi bin dike, heta gihaşt asta ku şêniyên resen koçber bike û kesên din li cihên wan bi cih bike, mînaka wê jî Efrîn û Serêkaniyê ye, rejîma Tirk bi van sûcan sînordar nema û li dijî sûriyan şerê avê kir, her ji demekê ve ava stasyona Elok a Serêkanyê ji ser milyonek û nîv şêniyên Hesekê qut dike.

Ji beriya demekê ve zêdetirî nîvê para Sûriyê ya ji ava Firatê qut kiriye ku jêdereke sereke ya ava vexwarinê ya vî welatî ye û jêdereke sereke ya dayîna kehrebê û çandiyê ya her du beşan sewalî û giyayî ye.

Bikaranîna avê di çarçoveya kîjan regeşiyê de be, sûcekî dermirovî, derexlaqî û derhiqûqî ye.

Kiryarên wiha pîvan, rêgezên mirovahî û qanûnên navneteweyî bin pê dikin, li hemberî vê yekê jî civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî û mafnas ên cîhanê bê deng in û dihêle hîn zêdetir li dijî sûriyan şer bike. Em her du partî bang li civaka navneteweyî dikin ku li hember siyasetên dewleta Tirk bisekinin û di heman demê de bang li Rûsya û Amerîka dikin ku girêdana wan bi dewleta Tirk bi 9 têkikî û peymanên girêdayî Sûriyê hene, mîna Astana, fişarê li dewleta Tirk bikin û neçar bikin ku erkên xwe wek dewleteke dagirker pêk bîne û rêzê ji mafên sûriyên li herêmên dagirkirî bigire û tîkirina sûriyan, bi taybet di gel berbelavbûna pandemiya vîrusa Koronayê û hatina havînê re.

(eh)

ANHA