Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin û merasîma xiyabî ya 5 şehîdan li dar ket

Dayika şehîd Dilsoz di merasîma veşartinê de got "Dilsoz îro ne tenê kurê min e, lê belê kurê her dayikeke azad a her çar paçeyên Kurdistanê ye û ez vê erda ku ji berdêla min ew hembêz kiriye pîroz dikim û ji dijminê gelê Kurd re dibêjim bi şehadeta Dilsoz kêfxweş nebin, îro ew şehîd e û em tevahî ji bo rizgarkirin û azadiyê li ser rêya wî ne."

Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin û merasîma xiyabî ya 5 şehîdan li dar ket
10 gulan, 2021   18:33
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê beşdarî merasîma her du şehîdan a li goristana Şehîd Dicle ya li başûrê Kobanê û merasîma xiyabî ya ku ji bo 5 şehîdên din li dar ketiye, bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre dayika şehîd Dilsoz, Mehbûba Îsmaîl axivî û got:" Dilsoz îro ne tenê kurê min e, lê belê kurê her dayikeke azad a her çar paçeyên Kurdistanê ye û ez vê erda ku ji berdêla min ew hembêz kiriye pîroz dikim û ji dijminê gelê Kurd re dibêjim bi şehadeta Dilsoz kêfxweş nebin, îro ew şehîd e û em jî tevahî li ser rêya wî ne."

Dayika şehîd wiha got: "Ez îro dayika her şehîdekî me ku ji bo vê xakê canê xwe daye, ger ji destên min bihata min ê tevahiya şehîdên xakê bikirane zarokên xwe, ger bizanibim kurê min li ku deverê şehîd ketiye min ê gulek danîba ser wî erdî da ku azad mezin bibe wekî ku kurê min ê şehîd Dilsoz mezin bû."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Arif Balî axivî û got: "Kesên dixwazin vîna biryarên me li Herêmên Parastinê yên Medyayê bişikînin, heman kesên ku zarokên me li Dêrazorê qetil kirine, kujer yek e û rû pir in."

Balî bang li gelê azad ê li herêmê kir ku dengê xwe li dijî terorê bilind bikin, da ku li dijî dijminên xwe bisekinin û bigihêjin azadiyê.

Endama rêveber a Tevgera Jinan a Herêma Firatê Sultane Hemîdo wiha axivî: "Divê her kes wateya şehadetê bizanibe û divê ew jî bizanibin ku vîna azad a gelan bi hêsanî nayê, lê belê pêwîstiya wê bi dayîna berdêlan heye, van lehengan rastî nas kir û gihaştin asta şehadetê."

Sultane Hemîdo da zanîn ku gotin têra berdêlên şehîdan nakin, wan bi xwîna xwe rêya azadî û demokrasiyê xêz kirin, da ku li ser bimeşin, ji lew re divê ew dengên xwe li dijî her kesên ku dixwazin destketiyên şehîdên wan têk bibin, bilind bikin.

Piştî axaftinan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê nasnameyên şehadetê radestî malbatên şehîdan kirin.

Şehîdên ku merasîma wan çêbû, navên wan wiha ne; şehîd Fewaz Mihemed Elî (Fewaz Helinc) di 9-5-2021`ê de li Dêrazorê şehîd ket û şehîd Beşar Selmo(Xebat Dêrik) jî di 8-5-2021`ê li Kobanê gihaşt asta şehadetê.

Şehîdên ku merasîma wan a xiyabî hatiye çêkirin jî navên wan wiha ne:

 Nav û paşnav: Ferhan El-Elî

Nave tevgerî: Ebû Besam

Cih û dîroka şehadetê: Reqayê, 18.04.2021

Nav û paşnav: Şiyar Îsmaîl

Navê tevgerî: Dilsoz Cesûr

Cih û dîroka şehadetê: Metîna, 13.03.2020

Nav û paşnav: Îbrahîm Bekir

Navê tevgerî: Bahoz Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Metîna 13.03.2020

Nav û paşnav: Talîvan Terbûş

Navê tevgerî: Bêrîtan Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Heftanîn 13.03.2020

Nav û paşnav: Osman Mihyedîn

Navê tevgerî: Kemal Pîr

Cihê û dîroka şehadetê: Kobanê 15.04.2020

 (eh)

ANHA