Bi sedan xwepêşandêrên li Til Koçerê: Em ê li hemberî komployan yekdest bin

Ji bo piştgiriya bi berxwedana gerîlayên HPG/YJA-Starê ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi sedan şêniyên navçeya Til Koçerê meşiyan.

Bi sedan xwepêşandêrên li Til Koçerê: Em ê li hemberî komployan yekdest bin
10 gulan, 2021   12:52
QAMIŞLO

Xwepêşandêran pankartên “Na ji bêdengiya navneteweyî ya li hemberî qirkirina gelê Kurd re”, “Na ji dagirkeriya Tirk a DAIŞ`î re” rakirin û dirûşmên şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berz kirin.

Xwepêşandan ji pêşiya Dibistan Şewafe dest pê kir û li naverasta navçeyê veguherî mîtîngê. Li wir, hevserokê Meclisa Navçeya Til Koçerê Newaf Xedan axivî û got: “Em li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ku tunekirina gelê Kurd armanc dike, li kêleka gerîla ne.”

Xedan diyar kir ku ew ê li hemberî komployên dewleta Tirk yekdest bin.

Xwepêşandan bi dirûşmên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bBbLB40uZSY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>