Îranê êrişa li dijî konsolxaneya xwe ya li Kerbelayê protesto kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îro ragihand ku welatê wî têkildarî êrişa li dijî konsolxaneya Îranê ya li Kerbelayê ya piştî kuştina aktîvîst Îhab Weznî, muzakereya protestoyê pêşkêşî balyozxaneya Iraqê ya Îranê kiriye.

Îranê êrişa li dijî konsolxaneya xwe ya li Kerbelayê protesto kir
10 gulan, 2021   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade got Îranê duh êvarê muzakereya protestoyê pêşkêşî balyozxnaneya Iraqê ya li Tehranê kiriye û bang li Bexdayê kiriye ku dozê li gorî peymanên navneteweyî bişopîne.

Xetîbzade bi civîneke çapemeniyê got: “Îran êrişên li dijî nuqteyên wê yên dîplomasiyê li Iraqê, bi tundî şermezar dike.”

Beriya rojekê, li gel hêrsa li hemberî kuştina atkîvîst Îhab Weznî, xwepêşandêrên Iraqê agir bi beşên konsolxaneya Îranê ya li Kerbelayê xistibûn.

(cx)