Kongreya Star êrişên artêşa Tirk û tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kirin

Kongreya Star a Qamişlo êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û tekez kir ku serkeftin dê ya gerîlayan be û dagirker tu carî nikarin îradeya wan têk bibin.

Kongreya Star êrişên artêşa Tirk û tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kirin
10 gulan, 2021   12:54
QAMIŞLO

Kongreya Star bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin. Daxuyanî li taxa Cûdî ya bajarê Qamişloyê ji aliyê endama Kongreya Star Leyla Ehmed Îbrahîm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bi navê hemû pêkhateyên herêmê siyaset û êrişên dewleta Tirk ên li dijî HPG`ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, hatin şermezarkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk ji beriya salan ve êrişên xwe li dijî gel û herêmê didomîne, lê serkeftin a lehengên çiyayên Kurdistanê ye.

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de tekez kir ku dewleta Tirk a faşîst bi rêya bikaranîa çekên giran û yên qedexekirî di aliyê navneteweyî de nikare îradeya gelê Kurd bişikîne û wiha hate dewamkirin: "Em tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin û fikr û felsefeya wî ji tevahî cîhanê re bûye mînak."

Di dawiyê de Kongreya Star soza şopandina rêya şehîdan da.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EsYlnSKFY34" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>